Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê 2020-05-16 09:00:15   EDENE - Hevserokê Şaxa SES a Edeneyê Murşît Enîs Akyuz, anî ziman ku hikûmet ji bo sermayeyê bide ser hev gavên ji bo "asayîbûnê" davêje û got, ev jî dibe sedema talûkeyên pir mezin.    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Edeneyê Bijîşk Murşît Enîs Akyuz, piştî gavên "asayîbûnê" yên hikûmetê, rewşa vîrûsa coronayê nirxand.    ÎHTIMALA PÊLA DUYEMÎN    Akyuz, anî ziman ku ji ber ku li Edeneyê nexweşxane hemû bûne nexweşxaneyê pandemiyê mirov zemhetiyan dikişînin. Akyuz, diyar kir ku kes nizane wê kengî şewb biqede û wê çawa bibe û got: "Em awayên liv û tevgerên vîrûsên din ên di malbata vîrûsê de dibînin û li gor wê texmînan dikin. Li gor vê, wê havînê kêm bibe û payizê jî dîsa zêde bibe. Yanî îhtimala pêla duyemîn heye."    Akyuz, bal kişand ser gavên "asayîbûnê" yên hikûmetê jî û got: "Ev tiştekî asayî ye. Yanî tu îzolasyonekê pêk tînî, paşê hêdî hêdî wê radikî û li benda pêla duyemîn disekinî. Lê ev gav ji bo eyarkirina pêla duyemîn wêdetir, ji bo sermayeyê ye ku xwe bide ser hev. Çimkî, vekirina AVM'yan belkî tişta herî dawî bû. Lê rabûn ewilî AVM'yan vekirin. Her wiha karker jî dişixulin. Li fabrîkeyan xweşikî tevdîr nayên girtin. Mesela, di betlaneyên fermî, di dema qedexeyên derketina derve de jî dişixulin. Îjar mebesta ji asayîbûnê, wisa xuyaye ji bo xelaskirina aboriyê ye. Loma em nizanin wê pêla duyemîn kengî bê, ji ber vê tenê em texmînan dikin. Heger em rabin bêjin her tişt asayî bûye, wê rojên zehmet li pêşiya me bin. Em nizanin wê bi vê asayîbûnê re şewb bibe wek berê an na, lê talûkeyeke mezin heye. Rîska hatiye girtin rîskeke mezin e. Ji dêvla ku hêdî hêdî bûna, lê rabûn deverên bazirganiyê hemû pev re vekirin. Heger careke din belav bibe, dîsa em mecbûr in hemûyan bigirin û vegerin serî."    MA / Hamdûllah Kesen