Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine 2020-05-15 19:37:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 708 kesên din jî bi şewbê ketine û 48 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.  Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 708 kesên din jî bi şewbê ketine û 48 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 146 hezar û 457 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 55.