Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da 2020-05-15 15:03:58   RIHA – Remziye Karadag a ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin ragihand ku komek gardiyanan a ji 20 kesan pêk tê li wê û sê hevalên wê dane.   Remziye Karadag a li Qawîşa C-4 a Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ku bi sê hevalên xwe re tê ragirtin, bi rêya telefonê bi bavê xwe Salîh Karadag re hevdîtin pêk anî. Karadag bi rêya telefonê ragihand ku di 12’ê gulanê de komek gardiyan a ji 20 kesan pêk dihat li wê û hevalên wê dane û laşe wan reş û şîn bûye û li revîrê jî rapor nedane wan.   Karadag anî ziman ku tevî ku saeta wan a bêhnvedanê neqediyaye jî lê gardiyanan wan bi darê zorê xistine odeyê û dema li hember vê yekê derketine jî gardiyanan li wan daye û li gel vê yekê jî wan nebirine nexweşxaneyê û rapor nedane wan.   'GARDIYAN JI BO ÊRIŞAN TÊN PERWERDEKIRIN’   Salîh Karadag jî destnîşan kir ku keça wî jê re gotiye ku li girtîgehê gardiyan ji bo ku êrişî girtiyan bikin tên perwerdekirin û dê di demek nêz de êriş zêde bibin. Karadag diyar kir ku keça wî di serî de bang li Komeleya Mafê Mirovan û hemû saziyan kiriye ku hevdîtinê bi wan re pêk bînin û her kes di vê mijarê de hestiyarî nîşan bide.