Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin 2020-05-15 12:09:20   WAN - Polîsan li navçeya Qelqeliyê, di serdegirtina malan de Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Bûrhan Atmaca û rêveberên partiyê jî di nav de 43 kes binçav kirin.   Polîs û eskeran li gund û navçeya Qelqelî ya Wanê, di serdegirtina malan de, Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê û rêveberên partiye jî di nav de 43 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku 43 kes têkildarî êrîşa li dijî wesayîta şaredariyê ya li gundê Memedalan pêk hat û 2 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de, hatin binçavkirin