Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 2020-05-15 11:22:02   AMED - Yekîtiya Jinên Kurd bi vîdeoyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û peyamên xwe yên ji bo ziman parve kirin.    Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Yekîtiya Jinên Kurd bi vîdeoyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Gelek jinên ku di vîdeoyê de cihên xwe girtin wiha gotin:"Cejna Zimanê Kurdî pîroz be. Ziman hebûn û nasanmeya me ye. Zimanê me mala me ye. Bijî Zimanê Kurdî. Zimanê Kurdî yekîtiya neteweyî ye, azadî ye."