Derî û şibake şikandin 2020-05-15 10:33:31   SÊRT  - Polîsan serê sibê bi ser mala malbata Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ya li Êlihê de girtin û derî û şibakeyên malê şikandin.    Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê kir. Wezaretê Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredardê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir. Piştî qeyûm tayîn kirin Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsılmaz û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul binçav kirin. Polîsan serê sibê hem bi ser mala malbata Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ya li Êlihê de girtin û hem jî bi ser mala hevşaredar a Sêrtê de girtin. Polisan di serdegirtina mala malbata Bêrîvan de derî û şibakeyên malê şikandin. Polîsan piştî derî û cam şikandin û li malê lêgerîn kirin, ji malê veqetiyan.    Polîsan bi ser mala Resul Kaçar de jî girtin û li malê binçav kirin. Kaçar birin midûriyeta polîsan a Sêrtê.