Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop 2020-05-15 09:28:22 AMED - Derhêner Alî Kemal Çinar têkildarî kurtefîlmê xwe “Dilop” yê ku di pêvajoya coronayê de kişandiye diyar kir ku fîlm çîroka malbateke xizan a ku dilop dilop têk diçe vedibêje. Derhênerê kurd Alî Kemal Çinar, der barê kurtefîlmê “Dilop” yê ku di pêvajoya şewba coronayê de kişandî axivî. Yalçin, diyar kir ku fîlm li ser malbateke xîzan e û dê di demekî nêzîk de biweşîne.    Çinar, diyar kir ku  fikrê fîlmî çekirinê ji ber şewba vîrusa coronayê derket û wiha got: “Di ekîba kurtefîlm de em çar kes in. Ez, hevjîna min û zaroka min dilîzin. Xwîşka hevjîna min jî di kişandinê de bû alîkar. Min xwest di vê rewşê de wek mohrekê bihêlim. Çîrok di nav malê de derbas dibe. Hestên karantinaya şewbê têda tune lê dişibe wê. Fîlm wê nêzîkî 15 deqîqe be. Ser xizaniyê ye. Malbateke ku gav bi gav têk diçe ye mijara fîlmî. Dilop bi vê temayê ye. An ku dilop dilop têkçûna wan em dibînin.”   FÎLM LI SER YOUTUBÊ TÊ WEŞANDIN   Çinar, da zanîn ku wê nêzîkî 10 roj şûnde fîlmî li ser qenala xwe ya youtubê biweşîne û got: “Min xwe bi sînor kir ku lazim e dawiya vê mehê ez biweşînim vî fîlmî. Ez ê tenê li ser youtubê biweşînim. Çêkirina fîlmî ji bo me hinek bêhdayîn bû jî. Me xwe bi kişandina fîlmî di vê qeyranê da baş hîs kir.”   ‘HEWCEYE MIROV JI BO ZIMANÊ XWE DI JIYANÊ DE ISRAR BIKE’   Çinar, dest nîşan kir ku ji ber girîngiya ziman fîlmên xwe bi kurdî çêdike û wiha berdewam kir: “Zimanê te nebe, karê te jî bê wate dibe. Ji ber ku mirov bi wî zimanî dikare bi kar bike. Dema ez tirkî difikirim cudatiya pir zêde derdikeve holê. Ji ber ku dixwazim dîyalogê bi kurdî derxim holê. Ji bo ku zimanê min bijî xebatên xwe ez ê bi vî şiklî berdewam bikim. Gereke mirov di jiyanê de israr bike bi zimanê xwe biaxive, binivîse, bixwîne. Di hunerê de weke mohrekê tu datînî jiyanê winda nabe. Gereke ziman ne mir e.”   Çinar, bang li sînemageran kir ku di hunerê xwe de zimanê xwe bi kar bînin û got: “Gereke ji bo bikaranîna ziman a di hunerê de mirov bi israr bin. Sînemager hewceye bi zimanê xwe tev bigere.”    Çinar, anî ziman ku sinemaya kurd niha hinek bêdeng e û got: “Li gor rewşê hinek normal e bêdengiya sînemayê. Piştî rewşên wisa teqîneke mezin çêdibe. Ez li benda wê teqînê me her çiqas ez û hin hevalên xwe karê xwe bidomînin jî wekî berê nîne. Ev bêdengî dê biqede tiştekî baştir û serkeftîtir dê derkeve holê.”    Çinar, der barê Cejna Zimanê Kurdî de jî diyar ki ku divê mirov zimanê xwe ji bîr nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov bi zimanê xwe biaxive dikare hestên xwe yên xweş derxîne holê. Ziman ji bîr nekin bi zimanê xwe biaxivin.”   MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme