Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn 2020-05-12 09:00:19 ŞIRNEX - Wê sibê danişîna doza siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bê lidarxistin. Dozger di îdianmeyê de xwestiye ku cezayê muebeta giran li Alinak bê birîn. Guler Tûnç, dayika Bêkes ku Alinak di pirtûka xwe de bal kişandiye ser çîroka wî, xwest Alinak bê berdan.  Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak di 17'ê Sibatê de li Qersê bi îdiaya "Xirabkirina yekparebûna dewletê û qelskirina serbixwebûna dewletê" hatibû girtin. Di îdianameya der barê Alinak de dozger xwestiye cezayê muebeta giran lê bê birîn. Wê danişîan ewil a Alinak sibê (13'ê Gulanê) li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê bê lidarxistin.    Di îdianameyê de lihevanîna malbatan, daxwaznameya ji bo statuya kurdî û tirkî yek be ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatibû şandin, tevlêbûna çalakiya li dijî btealî û zemên tên kirin sûc hatiye hesibandin. Her wiha di îdianameyê de pirtûka "Mehmet Tûnç û Bêkes" ku Alinak nivîsandiye jî sûc hatiye hesibandin. Alinak di vê pirtûka xwe de bal kişandiye ser çîroka Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û çîroka biraziyê wî Bêkes.    Guler Tûnç, hevjîna Orhan Tûnç û dayika Bêkes, bertek nîşanî îdianameya der barê Alinak de da û xwest Alinak rojek berî rojekê bê berdan.    PIRTÛK ÇÎROKA MALBATÊ VEDIBÊJE    Dayik Tûnç, anî ziman ku pirtûka hatiye nivîsandin behsa çîroka malbata wan dike û got, ne metneke siyasî ye. Tûnç, bilêv kir ku di pirtûkê de tiştên di sala 2015-16'an de hatine serê malbata wan hene û got: "Tişta hat serê me wehşet bû. Hê jî em di bin bandora wê wehşetê de ne. Di warê derûnî de hê jî em bi ser hemdê xwe ve nehatine. Loma me xwest em Mehmet û Orhan bibîr bînin. Di pirtûkê de dema min û Orhan û dema malbatê ya bi Mehmet re derbas bûye cih digire. Tiştên di dema qedexeya derketina derve de qewimîn cih digirin. Behsa jidayikbûna Bêkes tê kirin. Lê belê niha AKP-MHP pirtûkê qedexe dikin û dixwazin îllegalîz ebikin. Dibêjin tê de 'propagandaya rêxistina terorî hatiye kirin.' Ev zext û zor hê jî li ser malbatên di dema qedexeyê de êş kişandine didome. Ev gel hê nû bi van tawanbariyan nehesiyeya."    Tûnç, destnîşan kir ku ew tiştên Alinak pê tên tawanbarkirin qebûl nakin û got: "Ji ber ku me serdana gorên hevjînê xwe kirin der barê me de jî lêpirsîn dan destpêkirin. Em ne xerîbê van tişta ne."    'EM LI CEM ALINAK IN'    Tûnç, destnîşan kir ku pirtûk ji ber navê Mehmet Tûnç û Bêkes hatiye qedexekirin û got: "Di dema qedexeyê de çawa bi ser Mehmet Tûnçan de çûn niha jî bi ser malbatên wan de diçin. Qedexe qediyaye, lê zext û gef neqediyane. Hê jî didomin. Lê me tu carî paş ve gav neavêtiye û em ê neavêjin jî. Dixwazin em nemînin. Tirkiye hemû şahidên wan roja ye. Ji xwe dozên me kirine jî didomin. Me doz şand DMME'yê."    Tûnç, anî ziman ku di şexsê Alinak de siyasetmedarên muxalif hedef tên girtin û bal kişand ser danişîna sibê: "em bang li hikûmetê dikin. Dev ji vê bêhiqûqîtiyê berdin. Alinak tu tiştekî bêhiqûqî nekiriye. Di van rojên şewbê de ragirtina wî ya li girtîgehê nayê qebûlkirin. Em dixwazin Alinak bi awayekîa dil bê darizandin û berdan. Heger cezayek li Alinak bê birîn di asasê xwe de li malbata me tê birîn. Em malbat li cem Alinak in û em ê wek şahid îfadeya xwe bidin. Em dixwazin Alinak bê berdan."