Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin 2020-05-06 14:33:08 WAN – Odeyên Bijîjkan ên Herêmê, diyar kirin ku li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîjkiya baş berdewam bikin. Odeyên bijîjkan ên Agirî, Semsûr, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan-Colemêrgê, têkildarî lêpirsîn û zextên li ser rêveberên xwe daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û odeyên bijîjkan, di têkoşîna li dijî vîrûsê de li cem kedkarên tenduristiyê cih girtine û ji pirsgirêkên wan re çareseriyê geriyane.   LI BIJÎJKAN LÊPIRSÎN VEKIRIN   Di berdewam daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi zanebûn TTB tevlî Lîjneya Şêwirmendiyê Zanîstê nehatiye kirin û ev tişt hat gotin: “Li israra zêde, li hin bajaran odeyên bijîkan tevlî lîjneya pandemiyê ya bajaran bûn. Di serî de li rêveberên odeyên Riha, Mêrdîn û Wan-Colemêrgê li gelek rêveberên odeyan lêpirsîn hatine vekirin û çûne qereqolan îfade dane.”   DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN   Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina mafê tenduristiyê peywira wan e û li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîjkiya baş berdewam bikin.