Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin 2020-05-06 13:34:47 ÎZMÎR – Endamê Lîjneya Rêveberiya THÎV’ê Cojkûn Ustercî, diyar kir ku sereraskirina înfazê cihêkar e û xwest ku qanûn ji nû ve bê sererastkirin.     Endamê pêkhateya Tora Yekitiye Hêzê ya Têkoşîna bi Bêcezahiştinê re ku gelek baro û rêxistinên sivîl têde cih digirin, Lîjneya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Cojkûn Ustercî, diyar kir ku divê teqez qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin.   NAYÊ QEBÛLKIRIN   Ustercî, destnîşan kir ku qanûn cihêkariyê dihewîne û wiha got: “Berî her tiştî ev qanûn şertê wekheviyê yê Destûra Bingehîn bin pe dike. Li Tirkiyeyê polîtîkayeke bêcezahiştinê heye. Qanûn, zirxa ji bo bêcezahiştina hêzên ewlehiyê ku sûcê îşkence dikin û mafên mirovan bin pê dikin, xurtir dike. Bêcezahiştin binpêkirinên mafên mirovan zêde dike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”