HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin 2020-05-06 13:25:17 ENQERE - Lijneya Navendî ya HDP'ê, Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan ên 48 sal berê hatibûn darvekirin bibîr anîn û diyar kir ku dê her dem wan ji bo xwe bikin mînak û ruhê wan ê pêşengtiyê bibîr bînin.  48 sal berê di 6'ê Gulana 1972'an de Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatibûn darvekirin. Denîz Gezmîş, li sêdarê gotibû "“Bijî Têkoşîna Serbixwe ya gelê Kurd û Tirk. Bijî şoreş û sosyalizm. Bijî bîrdoziya bilind a Marksizm-Leninizmê. Bimre emperyalizm”. Lijneya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî salvegera wan daxuyanî da û wiha got: "Darvekirin di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de birînek reş e. 48 sal berê 3 şitil hatin darvekirin. Li gel 48 borîn jî êşa wan hêj di dilê me de ye. Îro bi milyonan kes di rêya ku wan ronî kiriye de dimeşin.    3 ciwanan ji bo azadî, aştî, wekhevî û edaletê têkoşiyan. Li sêdarê gotibû "“Bijî Têkoşîna Serbixwe ya gelê Kurd û Tirk. Bijî şoreş û sosyalizm. Bijî bîrdoziya bilind a Marksizm-Leninizmê. Bimre emperyalizm” Ji bo me jî daxwaz û heviya Tirkiyeyek azad, demokratîk û bi edalet esas e. Ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî, azadî û edaletê de meşiyan em ê bi têkoşînê rêya wan berdewam bikin û li bîranîna wan xwedî derkevin.    Em ê rûhêwan ê pêşeng ji bo xwe her daîm bikin mînak û em ê her dem wan bibîr bînin. Em bu hurmetî wan bibîr tînin."