Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema 2020-05-06 13:08:48 OSMANIYE - Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku êdî teqate wî nemaye. Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê dimîne, di axaftina bi telefonê ya heftane ya bi malbata xwe re rewşa xwe ragihand. Kaya, ragihand ku êdî teqate wî nemaye û wê bimire.   Keça Kaya Dîlan Kaya, têkildarî rewşa bavê xwe axivî û diyar kir ku bavê jê re gotiye li revîra girtîgehê dimîne û ev bang kir: “Rewşa bavê min gelek xedar e. Dibe ku agahiya mirina wî ji me re bê. Dema li me geriya û vê rewşa xwe ji me re ragihand weke malbat em gelek nebaş bûn. Piştî vê yekê em bi daxwaza ku bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk bînin çûn Osmaniyeyê. Lê midurê girtîgehê bi me re hevdîtin nekir. Bila bavê min nemire. Me bê bav nehêlin. Serbest berdin bila nemire.”   Kaya ku dilê wî ji sedî 25 dixebite, di 25’ê adarê de qrîza dil derbas kiribû û xwîn rêjiyabû ser mêjiyê wî. 3 caran girtibûn beşa lênêrina awarte û piştre bi hinceta ku rewşa wî baş e careke din şandibûn girtîgehê. Kaya, di 42 rojan de 3 caran kirin beşa lênêrîna awarte û 14 caran jî rakirina beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê.