Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin 2020-05-06 13:08:03 AMED - Xizm û malbatên girtiyan di pêşengiya TJA'yê de li dijî zagona înfazê ya ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat erêkirin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev zagon ji aliyê Dadgeha Desûra Bingehîn ve bê erêkirin dê li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin.  Tevgara Jinên Azad (TJA) û malbatên girtiyan li dijî zagona înfazê ya ji aliyê AKP- MHP'ê ve hat erêkirin û niha birine Dadgeha Destûra Bingehîn, li avahiya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyasê daxuyanî dan çapemeniye. Di civîna çapemeniyê ya di pêşengiya TJA'yê de pêk hat de rêveber û parlamenterên HDP'ê, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêveberên ESP'ê, aktîvistên TJA û rêxistinên malbatên girtiyan amade bûn. Malbatan xwestin li derve daxuyaniyê bidin lê polîsan desûr nedan ku li devre daxuyaniyê bidin. Jinan û malbatan li baxçeyê avahiyê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan Aysel Ateş, daxuyanî da û diyar kir ku zagona înfazê ya hat erêkirin li dijî wîcdan û sincê mirovahiyê ye û ew vê yekê qebûl nakin.   Ateş, anî ziman ku piştî şewba Covît-19 belav bû bi sedan girtî bi şewbê ketin û girtiyê jiyana xwe ji dest dane hene û wiha got: "Girtîgeh ne paqij in. tedbîrên li diji şewbê nayê girtin. Ev yek fikarên me zêde dikin. Zarokên me ji ber fikrên xwe girtî ne. Ji ber rîska ku zarokê me têde em wekî dayik nikarin li malen xwe rûnên. Ev zagona hatiye amadekirin tu eleqeya wê û edaletê bi hev tune ye. Ger ku edalet pêk neyê û ev zagon ji aliyê Dadgeha Desûra Bingehîn ve bê erêkirin em li dijî vê yekê bêdeng namînin. Divê her kes li dijî vê bê edaletiyê ji bo bibin dengê girtiyan gavan bavêjin. Ji ber şentên girtîgehê hêza girtiyan a fîzikî û bîyolojîk lawaz bûye. Ger ku şewb li girtîgehan belav bibe dê komkujî pêk bê. Em li dijî vê bê edaletiyê bêdeng namînin."    Jinên beşdarî daxuyaniyê bûn jî diruşmeya "Em ê bi berxwedane bi ser bikevin" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.