Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin 2020-05-06 11:21:42   ENQERE – Pisporê Rojhilat Navîn Mustafa Pekoz diyar kir ku di demên pêş de wê bi Rojhilatek Navîn ya cihêreng re rûbirû bimînin û peyama “yekîtiya kurdan” a Ocalan jî ji bo guhertina Rojhilata Navîn daye.   Pisporê Rojihlata Navîn Dr. Mustafa Pekoz geşedanên li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.   Pekoz bal kişand ser daxuyaniya “Divê hemû hêzên biyanî (Îran, Tirkiye û DYA) ji sûriyê vekişin” a Nûnerê Amerîkayê yê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey û wiha got: “Polîtîkavanên Amerîka yên li karê derve dinêrin dem bi dem gotinên wiha digotin. Lê ev cara yekemîn e ewqas zelal hat destnîşankirin. Navê Tirkiyê û Îranê hat ziman. Got heke ev her du hêz ji ver derkevin wê pirsgirêk bi hêsanî were çareserkirin. Ev tenê ne nêrîna Jeffery e. Nêrîna siyaseta girînga a DYA’yê ye. Ez vê nêrînê jî wek hêza ji nûve teşekirina hevsengiya li Rojhilata Navîn dibînim. Tenê ne derketina ji Sûriyê ye. Di heman demê de tê wê maneyê ku Îran ji axa Iraqê derkeve. Her wiha bi taybetî tê maneya ku Tirkiye ji bo têkiliyê xwe û Başûrê Kurdistanê ji nûve dizayn bike. Di van çarçoveyan de meriv dikare daxuyaniya Jeffery, di tîrmeh û tebaxa pêşiya me de wek peyama ji nûve teşekkirina Rojhilata Navîn bixwîne û bibîne.”   Pekoz got vekişandina Amerîka ya ji Sûriyê jî dê piştî hevdîtinên li gel Rûsya pêk bîne bi encam û diyar bibe.   BAREGEHA NÛ YA ESKERÎ   Pekoz da zanîn ku Amerîka li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin guhertinan dike û got: “Dilê Amerîkayê heye piştî girtina baregehên xwe yên li Iraqê, niha jî navenda baregehên xwe yê nû bike Başûrê Kurdistanê.”   OPERASYONA LI DIJÎ HEŞDÎ ŞABÎ   Pekoz diyar kir ku li gorî hin amadekariyên Amerîkayê yên li Başûrê Kurdistanê tên dîtin jî ku dibe li dijî Heşdî Şabî operasyonek were destpêkirin.   GEŞEDANÊN LI ZÎNÎ WERTÊ   Pekoz bal kişand ser geşedanên li Zînî Wertê ya Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Amerîka bi armanca ewlehiya baregeha eskerî ya li Başûrê Kurdistanê, dixwaze qadek 100 kîlometere veguherine şerîda ewlehiyê û dixwaze ewlehî di destê di wê de be. Di vî warî de jî pêşmergeyan şandin Zînî Wertê. Komkirina pêşmergeyan a li Zînî Wertê rê li ber krîzek di navbera PDK, YNK û PKK’ê vekir. Lê meseleya esas ew e ku ku dê tansiyona li herêmê çawa were kêmkirin. Bicihkirina pêşmergeyên PDK’ê yên li Zînî Wertê bêtir wek stratejiyek ewlehiyê ya Amerîka ku dixwaze PDK’ê wek pozîsyonek li dijî YNK’ê û Qendîlê bikar tîne. Di demên pêş me de hêzên leşkerî yên Amerîka ku werin vê herêmê wê me şaş neke. Ya esas li wir ewe ku Amerîka dixwaze ewlehiya xwe li wir bicih bike û pergala parastina xwe ya hewayê biparêze.”   Pekoz da zanîn ku dê Amerîka nehêle ku Tirkiye li herêma Zînî Wertê bicih bibe û vê yekê nepejîrîne.   ‘WÊ ROJHILATEK NAVÎN A CIHÊRENG DERKEVE HOLÊ’   Pekoz nirxandina xwe wiha domand: “Heke pêvajo baş neyê xwendin, wê bandorek neyînî li ser Başûrê Kurdistan, Qendîl û Rojava bike. Wê Başûrê Kurdistanê bi awayekî fîlî bikeve pêvajoya fermî ya pozîsyona dewletê. Wê yên herî zêde li hember vê derkevin Îran û Tirkiye ne. Wê guhertina sînor bikeve rojevê. Dibe ku ji ber têkiliyên Tirkiyê yên bi welatên rojava û Amerîka re dibe ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dîsa pêvajoya çareserî û aştiyê bîne rojevê. Lê wê dîsa têkiliyên jeopolitik û naskirina sînorên erdnîgarî dibe dîsa were rojevê. Em ê di dema pêşiya me de bi Rojhilatek Navîn a cihêreng re rûbirû bimînin.”   PEYAMA OCALAN   Pekoz bal kişand ser peyamên “Yekîtiya Kurdan” ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ocalan dibîne ku li Rojhilata Navîn teşekirinek nû heye. Her wiha dibîne ku navenda vê guhertinê jî Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Yên li derve jî vê yekê baş naxwîne. Ocalan fersendek e. Heke di navbera kurdan de pevçûnek biqewime wê ev fersend ji dest biçe. Ez wisa dixwînim. Ji bo vê yekê dibêje ‘Meseleya Zînî Wertê di vê terzê de negirin dest. Rûnên û meseleye çareser bikin.’ Yanî dibêje ‘bi awayek hêzdar derkevin pêşberî hêzên navnetewî.”   ‘OCALAN JI KURDAN RE DIBÊJE BIBIN YEK’   Pekoz destnîşan kir ku Ocalan van geşedanên diqewimin dibîne û dixwîne û wiha got: “Rexneya wî ya ‘dikan biçûk be jî bila ya min be’ ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir jî divê mirov wiha fêm bike. Dibêje ewilî di navbera xwe de dewlemendiyekî çêbikin, bi ENKS’ê re diyalogê bidin destpêkirin û wan tev li pêvajoya heyî bikin. Yanî tenê ne li ser maseyan hevdîtinê bikin. Rexneya Ocalan kir tenê ne ji bo nîqaşa hêza leşkerî ye. Tam berevajî vê yekê Ocalan di warê polîtîk û dîplomatîk de ji bo hêzkirinê pêşniyazek pêşkêş dike. Hêzên navnetewî ji bo pozîsyona xwe ya li Sûriyê ji nûve diyar bikin, ji bo gavên nû bi qasî ku peyam dide Başûr û Qendîlê peyam dide Rojava jî. Ji bo vê yekê Ocalan dibêje ‘mezin bifikirin, bila çareseriya we jî mezin be.’ Bi qasî ku ez dixwînim, Ocalan dibîne ku wê li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû li pêş bikeve û dixwaze di vê serdemê de kurd hemû bi hev re tevbigerin û xwe bikin yek hêz. Dibêje ku wê ev yek bandorek pozîtîf li ser Tirkiyê jî bike. Her wiha di nav hevokên xwe de çareseriya siyaseta demokratîk destnîşan dike.”   MA / Selman Guzelyuz