Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye 2020-05-06 09:16:31   OSMANIYE – Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê Kadriye Toren, diyar kir ku di çarçoveya Kampanya Xwişk û Bira de xwe gihandine 104 malbatan û ev tişt got: “Heke herkes destê xwe bike bin kevir wê li mala herkesî qûşxane bikele.”   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê Kadriye Toren, rewşa li bajar a têkildarî Kampanya Xwişk û Bira ku ji aliyê partiya van ve ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê hatibû destpêkirin, ragihand. Toren, diyar kir ku di nav mehekê de zêdetirî 100 malbatî tespît kirine û piştgirî dane 104 malbatan.   BANGA PIŞTGIRIYA KAMPANYAYÊ   Toren, detnîşan kir ku ji bo kampanyayê li bajar nêzikbûneke baş heye û wiha got: “Divê hemû beşên civakê ji bo bersivandina pêwîstiyên kesên ku pêwistiya wan bi alîkariyê heye di nav piştevaniyê de bin. Ji bo meşandina kampanyayê e zehmetî dikişînin û ji ber zexten dewletê yên sistematik beşdarbûna kampanyayê kêm e. Mirov hem ditirsin ku alîkarî bikin û hem jî ditirsin ku alîkarî bigirin. Em bêyî ku ji cihekî alîkarî bigirin bi hêza xwe kampanyayê dimeşînin. Hêz bidin kampanyayê.”   PIŞTGIRIYA XUREK   Toren, da zanîn ku ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye alîkariya xurek dane wan û ev tişt anî ziman: “Di şewbê de dem dema mezinkirina piştevaniyê ye. Divê mirovên me ji pergalê netirsin û div ê pêvajoya zor de piştgirî bidin kesên ku pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Em tenê dikarin van rojên zor bi piştevaniyê derbas bikin. Piştgiriya ji bo 104 malbatan kêm ê lê mezinkirina piştevaniyê di destê me de ye. Heke herkes destê xwe bike bin kevir wê li mala herkesî qûşxane bikele.”