Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin 2020-05-06 09:09:32 COLEMÊRG – Li Çelê welatiyên ku li quntarên çiyayan karî, sterk, lûş, ribês hwd. berhev dikin û pê debara xwe dikin, niha bi hinceta "ewlehiyê" û ji ber xetereya vîrûsa coronayê nikarin ji gundên xwe derkevin.  Li gundên navçeya Çelê ya Colemêrgê, welatiyên ku bi pincar û gihayên li quntarên çiyayayn berhev dikin û pê debara xwe dikin, îsal bi hinceta "ewlehiyê" û ji ber xetereya şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) nikarin ji gundên xwe derkevin. Gundiyan berê ji dawiya meha Nîsanê dest pê dikir û heya dawiya biharê li quntarên çiyê karî, sterk, lûş, ribês û gelek giya û pincarên din berhev dikirin û dibirin navenda bajêr difirotin.    ‘EM PERÎŞAN BÛNE'    Şêniya gundê Biyadirê Sidika Kaplan, anî ziman ku îsal ji ber şewbê û qedexeyan nikarin pincarê berhev bikin. Kaplan, diyar kir ku di sala 2011'an de piştî erdheja li Wanê hatine gund û got: "Gundên me pir bi berkeet bûn. Van çaxan li gund pincar tên berhevkirin. Me hinek jê ji xwe re hiltanî û yên din jî me dibir bajêr difirot. Lê belê ji ber qedexeyan niha em nikarin ji gund derkevin. Ji ber ku em nikarin ji mal derkevin tiştek bi dest me jî nakeve. Şêniyên gund perîşan bûne. Berê her roj zarok diçûn komek pincar berhev dikirin. Hevjînê min jî li navçeyê difirot. Em muhtacî kesî nedibûn, me debara xwe dikir. Lê niha em perîşan bûne."    Şêniya gund Fatma Kaplan jî got: "Em pincarên li qeraxa rûbarokê berhev dikin û ji xwe re dikin xwarin. Berê me sed qat ji vêya zêdetir behev dikir û dibir difirot. Lê niha heya êvarî ancax bi qasî xwarinekê bi dest me dikeve yan na. Çimkî em nikarin ji gund derkevin."    'LI ÇIYÊ HER TIŞT HEYE'    Şêniya gundê Gundek Fatma Demîr jî bilêv kir ku berê tevî zarokên xwe diçû pincar berhev dikir û pê debara xwe dikirin û got: "Berê me nane, gezgezok, karî, lûş, ribês û gelek pincarên di berhev dikirin. Li Çiyayê Gamarê hema hûn çi bxwazin heye. Berê em her roj diçûn van derana û me bi kîsan pincar berhev dikir. Lê niha ji ber vîrûsa coronayê em nikarin ji mal derkevin. Ji ber qedexeya derketina derve em nikarin biçin. Ji ber vê şewbê hevjînê min jî betal maye. Me debara xwe bi vî hawî dikir. Li malê 10 kes hene û kes jî naşixule."