‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’ 2020-05-06 09:07:41 AMED - Mele Abdullah Arkan derbarê êrîşên goristanan diyar kir ku li hemberî nirxên gelê kurd bê tehamuliyek heye û got: “Misilman ew misilman in ku kes ji wan zirare nebine. Lê ya ku em dibînin nirxên misilmantiyê hatine winda kirin. Ji beriya komarê heya niha yên ku ser navê dîn hatine ser kar jî bi vî awayî tevgeriya ne.” Ji avakirina komara Tirkiyê û vir ve êrîşên li dijî gorên kesên ku di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dan tên kirin. Ev êrîş di dema hikumeta AKP’ê de zêdetir bûn û hêj jî berdewam dikin. Leşker û polîsan herî dawî li Mûş, Wan, Farqîn, Çewlik û Geverê êrîşî goran kirin, nivîs û navên kurdî yên li ser kêlên goran jêbirin û kêl şikandin. Li hin bajaran jî, zext li malbatan hatin kirin ku kêlên zarokên xwe bişkînin û ji holê rabikin. Mele Abdullah Arkan têkîldarî êrîşên li goristanan tên kirin diyar kir ku kesên zordest mehên pîroz nasnakin û wiha axivî: ‘Miletên ku niha bûne dewlet hertiştî ji xwe re rewa dibînin, dîn nasnakin. Li ser navê dîn tên ser kursiya lê belê nirxên ola îslamê zêde nagirin berçav. Hz Mihemed di şer de gij dest nîşankiriye ku dê çawa nêzîkî miriyan, zarokan, kalepîran û daristanan binre çawa nêzîk dibin.Tu çiqas pê re şer bikî jî hewceye ku tu mudaheleyî nirxên jiyanê nekî. Bîr û baweriyên hemû olan, axa mirov li ser dijîn, ewlehiya jiyanê, nirxên gelan pîroz in.”    ‘BÊ TEHAMULIYEK HEYE’   Arkan, bibîrxist ku gorên pêşengên gelê kurd yên weke Şêx Sêîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî jî kes nizane li ku derê ye û wiha got: “Şêx Seîdê Kal bihevalên xwe ve, Seyîd Riza û Mele Seîdê Kurdî jî  gorên wan li kû derê ye ne diyar e. Li hemberî nirxên gelê kurd bê tehamuliyek heye. Ji beriya komarê heya niha yên ku ser navê dîn hatine ser kar jî bi vî awayî tevgeriya ne.” Arkan, anî ziman ku şandina cenaze ya bi kargoya PTT’ê êrîşkirina nirxên gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Quran dibêje ‘min mirov gelek bi nirx çêkirine’ Ji bo hilweşandina goristanê ayetek heye di Quranê de dibê ‘xwe bikin şûna hev de, hinek hatibûna mal û milkê we desteser kiribûna gelo wê bi hesaba we hatibûya an na’ Heke li Sakarya, Sarikamişê li devereke din goristan werin hilweşîn dê bi hesaba we were an na? Lê ji bo ku îro ciwanên kurd mafên azadiyê dixwazin cenazeyan teslîmî xwediya nakin bi mehan dihêlin.”   ‘NIRXÊN MIROVAHIYÊ BIZANIN’   Arkan, dest nîşan kir ku di ola îslamiyetê de nirxên cîrantiyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêxember dibêje mumîn ew kesin ku ji bo xwe û netewa xwe çi dixwazin ji bo neteweyên din ên ku bi hevre cîrantiyê dikin wê bixwazin. Tiştê hûn ji bo xwe dixwazin ji bo neteweyên din nexwazin we bi Xwedê îman ne aniye. Misilman ew misilman in ku kes ji wan zirare nebine. Lê ya ku em dibînin nirxên misilmantiyê hatine winda kirin. Niha nikarî xutbeyan guhdar bikî, televîzyonên wan nikarî temaşe bikî. Ayeteke din jî wisa dibêje ‘heke we îman bi Xwedê aniye şîret, rêgez, qanûn, xutbeyên qenciyê li hev bikin an jî bêdeng bin, nirxên mirovahiyê bizanin.’”   ‘NIRXÊN EHLAK,WICDAN Û BAWERIYÊ SERÛBIN KIRINE’   Arkan, pirsa çima di meh û rojên pîroz de êrîşî goristanan dikin kir û wiha lê zêde kir: “Gel niha bi tundiyê hatiye bêdeng kirin. Kesên ku dibêjin çi kare hûn dikin? Bi navê terorîstiyê tên binav kirin. Ji bo ku gelê kurd bi zêde ola xwe ve girêdayî ye êrîş dikin. Nirxên ehlak, wicdan û baweriyê serûbin kirine. Kesek ji wan re nabêje. Ji ber ku dewlet bi hevre kar dikin. Berjewendiyên wan bi hevre hene.”    Arkan, bal kişand ser bêdengiya oldaran û wiha got: “Ayeteke pîroz heye dibê ‘Xwuda nas bikin qasid û rêberên wî nas bikin.’ Oldarên tirk xwe dixapînin bi çavê xelîfe li serokê xwe dinêrin. Tiştê ku ew dibêje helal e helal e. Miriyên kurda saxên kurda, navdar û oldarên wan bêje hene hene bêje tunin tunin. Ev jî nayê qebûl kirin."