Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin 2020-05-05 21:36:32   AMED - Cenazeyê Devran Dînç ê 21 salî ku li navçeya Sûrê ya Amedê mirî hat dîtin, piştî 2 rojan ji bo otopsiyê li nexweşxaneyan hat gerandin, li Goristana Yenîkoyê defin kirin.    Devran Dînç ê 21 salî ku di 30'ê Nîsanê de ji malê derket û carek din nehat malê, cenazeyê wî di sibeha 4'ê Gulanê de li ber Deriyê Riha yê Sûrê de hat dîtin. Malbatê piştî 2 rojan cenazeye Devran Dînç ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selehattîn Eyûbî girtin û piştî eşa li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Malbat û endamên MEBYA-DER'ê tev li merasima cenaze bûn.    Dînç di 30 Nîsanê de ji malê derket û piştre agahî jê nehat girtin. Piştî Dinç winda bû, cenazeyê wî di serê sibeha 4'ê Gulanê de 10 metreyan nêzî nokteya kontrolê ya polîsan a Deriyê Rihayê hat dîtin. Malbate di saetên êvari de cenaze ji nexweşxaneyê girtin û defin kirin.