Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520 2020-05-05 19:25:09     NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca parve kirine, di 24 saetên dawî de 59 kesên din jî ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane. Tevî van daneyên dawî hejmara kesên ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 520.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.   Li gor tabloya ku Koca parve kiriye, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 59 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 832 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 520 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine jî bû 129 hezar û 491.