Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin 2020-05-05 17:52:48   AMED - Cenazeyê Devran Dînç ê 21 salî ku li navçeya Sûrê ya Amedê mirî hat dîtin, 2 rojiin li heviya otopsiyê tê rawastandin. Dayika Dinç, Sebahat Dînç diyar kir ku piştî kurê wan winda bû serî li qereqola polîsan dan, lê gotin "Tiştekî ku em bikin tune ye."                         Devran Dînç ê 21 salî ku di 30'ê Nîsanê de ji malê derket û carek din nehat malê, cenazeyê wî di sibeha 4'ê Gulanê de li ber Deriyê Riha yê Sûrê de hat dîtin. Dayika Dînç Sebahat Dînç, têkildarî windakirina kurê xwe de agahî da û got: “Roja pêncşemê (30 Nîsan) êvarê ji mal derket. Dora 19.00'ê mixrub bi jinbira xwe re axivî. Piştre telefona wî qût bû. Serê sibê em çûn qereqola polîsan a îstasyonê. Me serî li qereqolê da. Polîsan ji me re gotin ’21 salî ye winda nabe ew dê were malê’ Me got winda bûye em agahî jê nagirin. Lê dîsa gotin ‘dema me xeberek stand em ê we agahdar bikin.’ Me xwest em bi xwe biçin bigerin, lê bi hinceta qedexeya kolanan destûr nedan me. Gotin 'Tiştekî ku em bikin tune ye. Li benda roja duşemê bisekinin.' û ji ser guhê xwe avêtin.”   CENAZE LI BER NOKTEYA POLÎSAN HAT DÎTIN      Dînç, diyar kir ku roja duşemê (4'ê Gulanê) polîs li wan geriyane ku cenazeyê nasname li ser neyî dîtine û wiha axivî: “Cenazeyê lawê min 10 metreyan nêzî nokteya kontrolê ya polîsan a Deriyê Rihayê hat dîtin. Çar rojan cenaze li wir mabe çawa nedîtî ne. Em çûn cihê cenaze. Lê nehiştin em ji nêzîk ve li cenaze binerin. Ji dûr ve cenaze nîşani min dan û gotin lawê te ye. Min ji wan re jî got kujerê lawê min polîs, dozger û dewlet e.” Dînç, destnîşan kirin ku cenaze ji bo testa şewba vîrusa coronayê birin nexweşxaneyê û wiha got: "Duh piştî cenaze nîşanî me dan ji bo testa şewba vîrûsa coronayê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Cenaze 2 rojin li benda otopsiyê ye. Îro nêzî saet 14.00’an ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Selahattîn Eyubî ya Dewletê. Em sedema mirin û kuştina wî nizanin. Cenaze nişanî me nadin û em li benda otopsiyê ne."