Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir 2020-05-05 16:46:04 WAN – Endama Meclîsa HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn ku li Wanê ji aliyê kesên wek polîsan xwe dan nasîn ve hat revandin û gef lê hatin xwarin behsa wan kêliyan kir.      Endama Meclîsa HDP’ê û Endama Desteya Rêveberya Ciwanên HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn duh êvarê li Wanê ji aliyê kesên xwe wek polîsan dabû danasîn hatibû revandin. Kûyûn qala wan kêliyan ji ajansa me re kir.   WÊ JI BAJÊR DERDIXIN Û DIBIN CIHEK BÊKES      Kûyûn destnîşan kir ku duh saet di 15.00’an de li Cadeya Maraşê ji aliyê du kesên xwe wek polîs dane nasîn nasnameya wê hatiye kontrolkirin û pişt re wê li wesayîtê siwar kirine û wiha got: “Min li wesayitek plakaya 65 AAT 923 siwar kirin. Min got ‘Hûn min binçav dikin? Heke ev ne binçavkirin be tiştek ne hiqûqî ye.’ Min belgeya derbarê binçavkirinê de pirsî. Ji min re gotin ‘Binçavkirin nînen, lê li gorî rewşê diguhere.’ Ez li hember vê bêhiqûqiyê bêdeng mam. Ez bi wan re neaxivim. Bi wesayîtê min birin ser rêya Colemêrg-Elbakê. Min nebirin emniyetê. Min ji navenda bajêr derxistin. Nêzî saetek û nîv min bi rê de birin. Xwestin telefonê ji min bistînin. Lê min telefona xwe girt. Xwestin xebatên me yên partiye îlegalîze bikin. Gotin ku ew ê destûra xebatên partiya me nedin.”   ‘EM Ê ÇEKEKÊ BIXIN ÇENTÊ TE Û TE BIAVÊJIN HEVSÊ’          Kûyûn da zanîn ku ew di kongreya dawî ya HDP’ê de wek endama Meclîsa Partiyê hatiye bijartin û ji roja çûye Wanê heta niha gelek caran hatiye şopandin. Kûyûn diyar kir ku van kesan ewilî gotiye polîs in û pişt re gotine ku ew ne polîs in û wiha got: “Gev li min xwarin. Sê kesan min revand. Ewilî nasnameyên xwe polîsiyê nîşan dan. Pişt re gotin gotin ne polîs in û nasnameya wan sexte ye. Em di çend nokteyên polîsan de derbas bûn, nasnameya xwe ya polîsiyê nîşan dan û derbas bûn. Gotin ‘em di asta bilind dixebitin. Em dikarin we bibinin lê hûn nikarin me bibinin.’ Gelek gefan li min xwarin. Ji min xwestin ez vî bajarî terk bikim. Gotin ‘em ê destûrê nedin te ku tu li vir pergala bajêr xera bikî û bixebitî. Heke tu neçî, em ê te û yên wek te biavêjin hevsê. Ji bo me gelek hêsan e. Em ê niha çente vekin û çekekê bixinê. Em ê şopa tiliyan deynin serê. Em ê fotoyên te bigirin û bêjin ev kes dixwaze li dijî hêzên ewlekariyê sûîkastê pêk bîne. Em wisa bêjin û te biavêjin hevsê û tu yê bi salan di wir de bimînî. Qedandina xebata we ji bo me gelek rehet e. Tu yê heta cejnê tiştekî nekî. Tu yê biçî li mala xwe rûnê. Çawa ku qedexeya li bajêr biqede tu yê vî bajarî terk bikî û ji vir biçî.’ Pişt re min li wir berdan û çûn. Nêzî wir gundek hebû û ez meşiyam wir. Ez li hevalê xwe geriyam û hatin min ji wir hildan.”   DÊ GILÎ BIKE   Kûyûn bi bîr xist ku bûyerên wek viya gelek caran diqewimin û bêyî ew ê navberê bidin xebatên xwe dê bêwestan bixebitin û ew ê li dijî hemû zext û gefan xebat û têkoşîna xwe mezintir bikin. Kûyûn anî ziman ku piştî ew serî li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê bide dê bi rêya parêzerê xwe li dozgeriyê giliyê bûyerê bike.