Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe 2020-05-05 14:10:26 AMED - Ma Muzîk îşev saet di 20:30’an de bi hastaga #malihermalêye di twîterê de xebat dide destpêkirin. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar xwest ku bi vê xebatê hem hêviyê hem jî moral, motivasyon û coşê zindî bihêlin û got: “Keremkin hûn jî ji mala xwe stranekê bêjin, amûrekê lêxin û parve bikin.” Akademiya Ma Muzîkê ji ber şewba vîrûsa coronayê (covîd-19) ji 4’ê Nîsanê û vir ve dersên online dide. Ji ber ku mehek di ser dersên wan de derbas bûn îşev saet di 20.30’an de bi taga #malihermalêye di twîterê de xebat dide destpêkirin. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê xebatên xwe de diyar kir ku mehek ser xebatên wan yên vîdeo ders û dersên online re derbasbûne û wiha got: “Her heftiyê me xwe digihand nêzî 700 şagirtên Ma Mûzîkê. Hema bêje em gihaştin her malê. Ji ber ku herkes li malê de bû, bi taybetî ji bo zarokan pêdivî bi çalakiyên hunerî hebûn. Di malan de me ferq kir ku malbat wan vîdeoyên ku em dişînin bi taybet yên zarokên biçûk bi nas û dostên xwe bi mirovên xwe belav dikin parve dikin. Yên ku ne şagirtên Ma Mûzîkê jî bi awayekî xwezayî ji dûr ve bûn şagirtên Ma Mûzîkê. Ji bo wê me go ma li her malê ye. Di encama xebata perwerdehiya mehekê de bi sedan video hatin kişandin ji ber ku her hefte ji hêla ekîba ma mûzîkê bi qasî 195 vîdeo hatin hazirkirin. Piştî ku video dihatin şandin. Şagirtan jî vîdeoyên xwe ji mamosteyan re dişand.”   'JI BO MORAL, MOTÎVASYON Û HÊVÎ ZINDÎ BIMÎNE'   Kanîwar, diyar kir ku armanca wan hêvî, moral û motîvasyonê zindî bihêline ye û wiha axivî: “Ji bo moral, motîvasyon, coş û hêvî zindî bimîne em ê îşev bi taga #malihermalêye vîdeoyên ku mamosteyan dikişandin û şagirtên xwe re dişandin, vîdeoyên ku şagirtan ji me re şandine, xebatên li malê parve bikin. Em ji herkesê re dibêjin ne mecbûre hûn bi awayekî organîk şagirtên Ma’yê bin keremkin hûn jî ji mala xwe stranekê bêjin hûn jî li mala xwe amûrekê lêxin û parve bikin. Ji ber ku em li her malê ne. Me ev xebat ji bo wê da dest pê kirin. Em ê bi vî awayî mehê carekê jî encama xebatên xwe yên video û onlinê parve bikin. Ji bo şagirtan jî wê bibe moral û motîvasyonek. Zarokên ku li malê de ne pir aciz bûne di vê demê de. Zarok hatine asta ku naxwazin tu dersan çêbikin. Li malan di nava çar dîwaran ji bo ku em sînoran û dîwaran hilweşînin em li cem wan in. Ji bo ku em zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin em ê hêviyê xurt bikin.”