Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2020-05-05 13:06:52   STENBOL –  Meclîsa ÎSÎG’ê rapora nisanê eşkere kir û diyar kir ku di nîsanê de 220 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.   Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê rapora xwe ya meha nîsanê ji raya giştî re eşkere kir. Rapor bi sernavê “Çerx dizivirin û karker dimirin” hat belavkirin. ÎSÎG’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku di meha nîsanê de 220 karker ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku ew karkerên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin wek cînayeta kar dinirxînin û di vê mijarê de tevgerên sendîkayên navnetewî û hiqûqnasên çîna karkerên ên li Tirkiyê mirina karker û kedkaran a ji ber koronayê wek cînayeta kar ango kazaya kar dinirxînin.   Di raporê de hat gotin herî zêde karkeran li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar 66 kes in. Hejmara karker û kedkarên li bajarên din û navê karkerên jiyana xwe ji dest dane di raporê de hat rêzkirin.