‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’ 2020-05-05 11:44:55 COLEMÊRG – Li Geverê dayikên ku êrişî gorên zarokên wan tê kirin wiha gotin: “Hûn ji gorên zarokên me çi dixwazin? Her êriş êşa me li me nû dike.” Li Geverê dayikên ku êrişî gorên zarokên wan tê kirin bertek nîşan dan. Dayika Suleyman Aksû ku cara 7’emîn e êrişî gora kurê wê tê kirin Kudret Aksû, dayika Oguz Gulzel, Kewê Guzel û dayika Dogan Guzel Fatma Guzel li dijî êrişa ser gorên zarokên xwe nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku bi van êrişan êşên wan nûjen dikin.   Kudret Aksû diyar kir ku kurê wê Suleyman Aksû yek ji wan 33 ciwanên li navçeya Pirsûsa Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin e û her roj gora kurê xwe ziyaret dike û gelek caran polîs hatina wê ya gorê asteng dikin. Aksû da zanîn ku heta ew sax be dê gora lawê xwe ziyaret bike û wiha got: “Ez rojê du caran têm serdana gora kurê xwe. Ew mamoste bû û şehîdê Pirsûsê ye. DAIŞ’ê kurê min qetil kir. Di nava van 5 salan de ev bû 7 car in êrişî gora kurê min dikin. Ew êrişkar bila werin min bikujin û gora lawê min wisa nekin. Dilê min dişewite. Peywendiya wî bi vê dinyayê re qediyaye. Heta ruh di canê min de hebe ez ê werin serdana gorê. Carna polîs min hişyar dikin û dibêjin neçe serdana gorê. Ez ji wan re dibêjim ‘hûn min bikujin jî ez ê werim.’ Kî vê êrişê pêk anî be, bila werin min bikujin lê bil agora kurê min xera nekin. Ew her çiqas xera bikin ez ê dîsa çêbikim. Tu hêz nikare min ji vê gorê veqetîne. Encax ez bimirim.”   GORÊN ZAROKÊN DI GOLÊ DE FETISÎNE JÎ RÛXANDIN   Dayika Oguz Guzel (11) ê di 3’yê gulana 2019’an de li taxa Ormanê di golek avê de fetisî Kewê Guzel jî diyar kir ku êrişî gora kurê wê hatiye kirin û got: “Cihê vê di tu aqil û wîjdanî de nîne. Hin kes hatine bi xwînxwarî û hovane goran rûxandine. Ji gora zarokêk 11 salî çi dixwazin? Tu sûcî wî nîne. Ji însanên mirî çi dixwazin. Êdî rêzgirtin ji mirinê re jî nemaye. Di bûyerên wiha de êdî gotin jî kêm dimînin û em ê derbarê vê yekê de doz vekin û bibin şopdarê mijarê.”   ‘CAREK DIN CERGÊ ME SOTIN’   Dayika Dogan Guzel (14) ê ku bi kurapê xwe Oguz Guzel re di heman golê de fetisî Fatma Guzle jî wiha got: “Kulîlkên li derdora gorên zarokên me rakirine û li derdorê belav kirine û goran rûxandine. Xwedî vê yekê qebûl neke. Di vê meha pîroz a Remezanê de jî carek din cergê me disotînin. Em van êrişan şermezar dikin. Ji bo kiryar derkevin holê em ê bûyerê bişopînin.”   ‘ÊRIŞAN JI XWE RE KIRINE KEVNEŞOPÎ’   Parêzer Remezan Kûrt ê endamê Komeleya Hiqûnqasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî diyar kir ku ev êriş û rûxandina goran ku li dijî gorên zarokên kurdan pêk tê didomin û got: “Ev êrişên li dijî goran bûye kevneşopiyek dewletê û vê kevneşopiyê didomîne. Ev têrê nake, radibin cenazeyê zarokên dayikan bi rêya PTT’ê ji wan re dişînin. Ev dewama aqilê dewletê ya li dijî kurdan e. Mirina însanan jî krîmînalîze dikin. Êrişa li dijî goran qet û qet nayê qebûlkirin. Divê xelk li dijî van êrişên dij mirovane helwesta xwe nîşan bide. Divê kes bêdeng nemîne. Şikandina rûmeta mirovan e. Lê ev gor nirxê gelê kurd in. Ji bo kiryar û berpirsiyar derkevin holê em ê serî li rêyên hiqûqî bidin û bibin şopînerê bûyerê.”