‘Fermana xerakirina goran kê da?’ 2020-05-05 11:27:05   AMED – Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, xerakirina goran a li bajarên kurdan bir rojeva meclisê.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, xerakirina goran ku di rojên dawîn de li bajarên kurdan pêk tên, bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê. Tosûn, di pêşnûmepirsa xwe de êrîşên ku li Wan, Farqîn û Colemêrgê li dijî goran pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku bi xerakirinê re gef li malbatan tê xwarin.   KÎ FERMDAN DA?   Tosûn, di pêşnûmepirsa xwe de bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne ev pirs kirin:   “* Hûn ji hilweşandina gorên kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane agahdar in?   * Kê fermana daye van kes/kesên ku goran hildiweşanînin?   * Van kes/kesên ku goran hildiweşînin kî ne? Kesên ku heta niha hatine tespîtkirin hene?   * Derbarê van kes/kesên ku goran hildiweşînin û kesên ku fermana hilweşandinê dane wan de lêpirsîn bê destpêkirin?   * Ji bo pêşîgirtina hilweşandina goran xebateke we heye û hûn plan dikin ku li dijî vê yekê yekîneyekê ava bikin?