‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’ 2020-05-05 10:28:52 AMED – Hevserokên MEBYA-DER’ê diyar kirin ku ew ê têkildarî êrişên li dijî goran bikevin nava hewldanên hiqûqî û dê bi berxwedanê êrişên li dijî goran pûç bikin. Li dijî gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane êriş didomin û zextên li ser malbatan jî bi van êrişan re zêde dibin. Hin malbat li ser gora xwe li dijî xerakirina gora dest bi nobetê kirine û hin malbat jî ji ber metirsiya dê gorên zarokên wan werin hilweşandin serdanên goran zêdetir kirine. Hevserokên MEBYA-DER’ê têkildarî êrişên li dijî goran axivîn.   ‘ARMANCA WAN EW E ÊŞA MALBATAN BIDIN ZÊDEKIRIN’   Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadaş diyar kir ku di vê pêvajoya ku hemû dinya li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe li Tirkiyê jî hikumeta AKP’ê bi êrişa li dijî nirxên kurdan re eleqedar dibe û got: “Îqtîdar dibêje ‘ez çawa êşa van malbatan zêdetir bikim’ û êrişî gorandike. Pir eşkere dibêjin ‘hem em ê bikujin û hem jî em ê gorên wan tune bikin.’ Polîtîkayek wisa birêve dibin ku ne di tu dîn û ne ehlaqî de ev yek û nêzîkatî heye. Di serê her hevok û binê her hevoka wan de qala misilmanî û îslamiyetê tê kirin. Lê di mehek wiha pîroz de jî radibin êrişî gorên zarokên kurdan dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ev misilmanetiyek çawa ye? Ev ne dîndar in, kîndar in. Kîna wan jî li dijî kurdan e. Dixwazin nirxê gelê kurd bixin bin piyan.”   ‘EM Ê HEWLDANÊN HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN’   Karadaş da zanîn ku dema malbat têkildarî êrişan serî li me bidin em ê dest bi hewldanên hiqûqî bikin û got: “Em ê heta dawiyê li cem malbatên xwe bin. Hem hiqûqî hem jî bi awayê siyasî em ê malbatên xwe bi tenê nehêlin. Heta niha ji 4 malbatan ji navçeya Farqînê serî li komeleya me dane. Ji bo kar û barên hiqûqî jî em bi hiqûqnas û Komeleya Mafê Mirovan re di nava peywendiyê de ne.”   ‘EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN’   Karadaş bang li malbatan kir û wiha got: “Li dijî van êrişên hovane em bi hev re li ber xwe bidin. Em bi hev re li ber xwe bidin û van êrişan pûç bikin. Heke em bi hev re bin em ê van êrişan têk bibin. Gelê kurd tu demê li dijî van êrişên hovane serî netewandiye. AKP jî vê yekê dizane û loma êrişan zêde dike.”   ‘HER CÛRE RÊBAZ BIKAR TÎNIN’   Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas jî destnîşan kir ku êrişên îqtîdarê yên li dijî kurdan tenê rêbaz guhertiye û wiha got: “Hin deman gor tên bombebarankirin, hin deman gor tên kolandin û hestiyan derdixin. Hin deman jî êrişî gor û navê wan dikin û xera dikin. Lê têkoşîna malbatan hemû armanc û êrişên wan pûç dike. Di salên 90’î de eskeran dema bi ser malan de digirtin, bêr û tevir didan destê gundiyan û bi destê wan xaniyan hildiweşandin. Mala min bixwe jî bi darê zorê ji aliyê eskeran ve hat xerakirin. Heman zîhniyet berdewam dike. Polîtîkaya çabtirsandina kurdan didome.”   TÊKOŞÎNA MALBATAN DÊ ÊRIŞAN PÛÇ BIKE   Almas da zanîn ku hin malbat bi salane ji bo ku gorek zarokên wan çê bibe û hestiyên zarokên xwe bibinin têdikoşin û dê têkoşîn û xwedî derketina malbatan a li gora zarokên xwe êrişan pûç bike û rêbaza polîtîka êrişan têk bibe.