Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin 2020-05-05 10:28:13   STENBOL – Endamên berê yên Grûp Yorûmê Hîlmî Yarayici û Serdar Keskîn, ji bo Îbrahîm Gokçek ku 323 roj in di rojiya mirinê de ye bang kirin. Yaryici, diyar kir ku gunehê herî mezin ê mirinê bêedaletî û gunehê herî erzan jî bêdengî ye û xwest ku bêyî ku dereng bikeve ji bo Gokçek gav bên avêtin.   Çalakiya rojiya mirinê ya Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek ku bi daxwaza bidawîbûna zextên li dijî wan ketibûyê, ket roja 323’an. Endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek ku bi heman daxwazî ketibû rojiya mirinê, di 3’ê nîsanê de di roja 288’an de jiyana xwe ji dest dabû.   Gokçek ku her roj rewşa wî girantir dibe, bi biryare ku heta ku daxwazên wî bên bersivandin dê çalakiya xwe bidomîne. Bangên ku heta niha ji bo jiyandina Gokçek hatine kirin, ji aliyê hikûmetê ve nayên bersivandin.   TUNDÎ HER HEBÛN   Endamên berê yên Grûp Yorûmê Hîlmî Yarayici û Serdar Keskîn, ji bo qebûlkirina daxwazên Gokçek bang li hikûmet û dewletê kirin. Yarayici, di destpêka axaftina xwe de têkildarî Grûp Yorûmê û xebatên wê de hin nirxandinan kir û da zanîn ku zextên li ser Grûp Yorûmê ji berê ve hebûne û zext hê jî didomin.   ÇEKA HUNERMEND AMÛRA MUZÎKÊ YE   Di berdewama axaftina xwe de Yarayici, destnîşan kir ku destilatê kesên ku jê re bîat nakin “terorîst” îlan dike û wiha got: “Weke her hunermendê ku li cem gel cih digire, endamên Grûp Yorûmê hedef tên girtin û bedelên herî giran didin. Çeka hunermendan amûrên muzîkê û besteyên wî ne. Heke hûn vana jî ji destê wî bên girtin, dê li paş valahiyek mezin bîmîne.”   GUNEHÊ HERÎ MEZIN BÊDENGÎ YE   Yarayici, bi lêv kir ku jiyan gelek pîroz û bi nirx e û jiyandina mirovan peywirê herkesî ye û ev tişt got: “Lê mixabin ji bo Gokçek êdî ne roj deqe jî girîng in. Ji ber vê yekê divê êdî mirov bêdeng nemînin. gunehê herî mezin ê mirinê bêedaletî û gunehê herî erzan jî bêdengî ye. Hûn nekirin kesên ku weke nafikirin ceza bikin. Divê rayedar hewlesta xwe ya heyî terk bikin û rewşeke demokratîk biafirînin.”   BERXWEDAN RESMÊ ZEXTAN E   Serdar Keskîn jî destnîşan kir ku li gorî zêdebûna bandora Grûp Yorûmê, zextên dewletê yên li serê zêde dibin û wiha got: “Zextên li ser Grûp Yorûmê di salên 1989-1990’an de gelek zêde bûn. Tiştên wê demê dihatin jiyîn nîşanên van rojan bûn. Pêşengên desthilata siyasî yên îro, pêkanînên wê demê derxistin asta herî jor. Berxwdana ku îro hevalên me bi can bexşane danîne holê, resmê zextên desthilatê yên li ser muxalîfan e.”   ‘DIVÊ GAVÊN KU ROJIYA MIRINÊ BI DAWÎ BIKE BÊ AVÊTIN’   Keskîn, da zanîn ku li gel zextên li ser civak û derdorên muxalîf jî Grûp Yorûmê daxwazên xwe daniye holê û ev tişt got: “Ev berxwedan û nêzikbûna dewletê ya li hemberî daxwazan, rê li ber meşrûiyeta dewletê vedike. Rexmî vê yekê jî em berpirsyariya dewletê bi bîr dixin û daxwaz dikin ku gavên ku rojiya mirinê bi dawî bikin, ji aliye dewletê ve bên avêtin.”   MA / Kadîr Guney