Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din 2020-05-05 09:46:24 WAN - Pisporê Tenduristiya Ruh Rodin Agaoglu, diyar kir ku di rewşen ji xeynî pevajoya Vîrusa Coronayê de mirov nikare qala tenduristiyek hevpar a ruh bike û wiha got: "Geşedanên ku li welat pêş dikevin, ji bo hin kesan dibe êşek mezin, lê ev êş dibe sedema serkeftina hin kesên din."  Li Tirkiyeyê operasyonên eskerî, siyasî, girtin, binçavkirin, kuştina li kolanan didome. Dîsa qeyrana aborî diome. Ji ber qeyrana aborî bi sedan kesan întîhar kir. Cînayetên kar, cînayetên jinan didome. Operasyonên dervê sînor didomin. Her roj balafirên şer bê navber ji Amedê radibin û diçin dervê sînor bombebaran dikin. Her roj bi dehan fabrîqeyên hilberinê tên girtin. Bi taybetî piştî vîrûsa corona pêş ket, tayînkirina qeyûman berdewam kir. Xizanî û betalî bêtir zêde bû. Têkildarî geşedanên ku li Tirkyeyê pêş dikevin Pisporê Tenduristiya Ruh Rodin Agaoglu ji ajansa me re nirxandin kir. Agaoglu, diyar kir ku di rewşen ji xeynî pevajoya Vîrusa Coronayê de mirov nikare qala tenduristiyek hevpar a ruh bike û wiha got: "Geşedanên ku li welat pêş dikevin, ji bo hin kesan dibe êşek mezin, lê ev êş dibe sedema serkeftina hin kesên din."    Agaoglu, anî ziman ku geşedanên di salên dawi depêş dikevin ji hev ne serbixwe ne û wiha got: "Her tişt bi hevve girêdayî ye. Divê li vir pirsa em bikin sedema van tiştan îqtîdar e, an jî erzuyên ku îxtîdar pêş xistiye ye?"    Li vir êşa yekî dibe sedema serkeftina yê din. Di rêveberiya welat de yên ku hezê bi rêve dibin, arzuya wan a hevpar in. Yên din daduqurtînin, tune dikin. Li ser xelaskirina yên din xwe bi rêve dibin. Yek hebûna xwe di tunebûna yê din de dibîne. Di pergalek wisa de ji xeynî pêvajoya vîrûsa corona ji bo demên din mirov nikare qala halê ruheki hevpar bike. Ji ber ku li vir meseleyên ku ji bo beşek mezin a civakê êş û travma ye, ji bo hin kesên din dibe serkeftin.  Ji ber ku pergalek faîl heye û aliyê din heye. Li vir di aliyê civakî de travmayên perçe pere di nava civakêde belav bûne û ji hev cudatir in hene. Di vê rewşê de şer di qada psikopolitik de ne travmayek hevpar e. Dîsa xwekuştin, qeyrana aborî, zextên îqtîdarêyên li ser civakê ne êşên hevpar in. Em nikarin van êşan tevan wekî eşa hevpar a tenduristiya ruh bigirin dest. Tişta ku em dizanin em çiqas karibin travmaya ku faîl bi civakê dide jiyandin perçe bikin em dê karibin ew qas li hemberî faîl bi hêz bibin. Mînak tiştak tişta ku li Efrînê pêş ket êş û pirsgirêka Kurdan e.Qeyrana aborî dîsa pirsgirêka kesên li dervê îqtîdarê ne. Xwekuştin, pirsgirêka kesên pirsgirêka wan a ruh heye ye.    PISPOR JÎ DIKEVIN NAVA MANÎPULASYONÊ    Agaoglu, dazanîn ku pisporên ruh ên li welat jî ji ber vê feraseta tê pêşxistin dikevin nava manîpulasyonê û wiha got: “Di qada civakî de jî em wekî ên din di heman êş û travmayê de nabin yek. Mînak parvekirina twitekê her kes nikare bi azadiya xwe ve girêbide. Em daxwaza kesên aştiyê dixwazin a li dijî şer nabînin. Ger ku li dijî şer be divê aştiyê bixwaze. Mixabin em li liser heman mijarê dengekî hevpar pêş naxin.    'EV NE PIRSGIRÊKA TEKAKESÎ YE, PIRSGIRÊK CIVAKÎ YE'   Agaoglu, da zanîn ku ji ber êş hatine perçekirin û yek dengiyek pêş nakeve her kes xwe dixe xalikê xwe. “Em nikarin vê pirsgirêkê daxin asta sekekî an jî tekasesî û çareser bikin. Ev pirsgirêkek civakî ye. Berî her tiştî zor û zahmetiyên ku kes û civak dijîn divê bê dîtin. Êrîşên li ser kes û civakê divê bên dîtin. Li aliyê din Tora Piştgiriya  Psikososyal têk çûye. Em şînên xwe jî li ser polîtikayên ku îqtidarê avakiriye dinirxînin.    'BI VÎRÛSÊ TUNDIYA LI SER JINÊ ZÊDE BÛ'    Agaoglu, anî ziman ku bi vîrûsê re tundiya li ser jinan zêdebû û wiha got: "Ev tundiya mêr e. Agahiya ku tundiya mêr a li malê çiqas zêde bû bi zelali tune. Lê Lê rêje li gorî berê zêdetir bûye. Niha tundiya mêr bi awayekî xedar didome. Divê ji bo em rê li pêş ve yekê bigirin em li çareseriyên mutlaq bigerin.  Eger ku li derve virûs hebe û li hundir vîrûs hebe, wê demê divê em vîrusê malê derxin derve. Em nikarin bi virûsê li malê re bijîn.    PIŞTEVANIYA CIVAKÊ GIRÎNG E    Agaoglu, herî dawî ba kişand ser rola piştevaniya civakî û wiha got: "Hem kes û hem jî civak rêya herî girîng piştevaniya civakî ye. Niha em di pêvajoyatravma, şîn û qeyranê re derbas dibin. Di vê mijarê de pêdiviya me bi piştgiriya psikososyalê  heye. Piştevaniya civake girîng e. "    MA / Adnan Bilen