PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin 2020-05-05 09:09:09 SILÊYMANÎ – PDK'ê ku 45 roj in bi hinceta qontrola Corona Vîrûs li Zînê Wertê noqteya lêgerînê daniye, lê heta niha tu tedbîrên vîrûsê negirtiye. PDK’ê û hikûmeta herêma Federal a Kurdistanê, li nêzî gundê Zînê Wertê ya ku heremên Karox-Qendîlê  û heremên girêdayên bajarên Silêmanî û Hewlerê bi hev ve girê dide, ji nişka ve bi hejmarek zêde pêşmergeyan anîn bi cih kirin. Nîqaşa ku 45 rojin sedema esasî ya hatina hejmarek zêde ya peşmergeyan çi ye hêj jî didomin. Aliyên PDK û rayedarên hikumeta herêma Kurdistanê wek hincet tedbîr an jî qontrolkirina şewba Corona Vîrûs be jî lê piştî 15'ê Nîsanê ku ji aliyê balafirên şer û keşfê ya dewleta tirk ve hat bombebarankirin û 3 şervanên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, hem di rayagiştî de hem jî ji aliyê KCK’ê ve bertek hat nîşandan ku armanc ne tedbîr girtina şewba Corona ye, li ser daxwaza Tirkiye û Amerîka hatine. Ji bo vê jî hat diyarkirin ku pêwîste ew hêz ji wê herêma ku wekî heremek tampon û dibe sedema şerekê birakujî vekişîn e.  Lê ligel vê yekî jî hem rayedarên YNK û hem jî ya PDK’ê di mijara tedbîr û qontrolkirina çûn û hatina niştecihên heremê ya şewba Corona Vîrûsê de israr dikin.    Encax piştî demekê hem Serokê Herêma Kurdistan Nêçirvan Barzanî û hem jî Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistan a Federal Mesrûr Barzanî di daxuyaniyên xwe yên wekî “Başûrê Kurdistanê ne li ser esasê şerkirina PKK’ê ya bi Tirkiyê re ye, divê herin Bakûrê Kurdistanê şerê xwe bikin... Balafir, keşf û teknîkên şer ên pêşketî ya Tirkiyeyê heye” armanca xwe ya esasî ya li ser daxwaza Tirkiyê hatine wir jî aşkere kiribin jî lê dîsa jî Ligel van daxuyaniyan jî hêzên peşmergeyên ku li Zînê Wertê 4 noqte yên her yek 20 metre nêzî hevin danine, di armanca xwe ya qontrolkirina vîrûsê de bi israr in.    JI BO KONTROLKIRINÊ BIJÎŞK TUNEYE!   Ji bo em meseleyê baş fam bikin me berê xwe da herêmê. Em çûm noqteya pêşmergeyan a Zînê Wertê ya  ku bûye mijara nîqaş û gengeşiyan. Dema em gihiştin derdora noqteyê me dît ku gelek niştecihên gundê Wertê û gelek kesên ku ji navçeya Ranya û gundê Serkepkan û hwd hatibûn ji bo pincar kom bikin. Baş e ew noqteya ku riya çar aliyan girtiye, rojane dehan seyare û mirov diçin û tên. Di vê xalî de pirsa esasî ji bo me bû meraq, sedema hatina peşmergeyan a li vir û du roj berê niha jî xelqên heremê ya ji bo bal bikşînin ser astengkirina birakujiyê xwestibûn werin herêma Wertê û daxuyanî bidin raya giştî lê bi hinceta tedbîra Corona Vîrûsê hatibûn astengkirin. Lê tişta herî bala me kişand, ligel hem çûn û hatina me û hem jî ya gelên heremê de ne seyare û ne jî kes di qontrola tenduristiyê de derbas nedibû. Ji bo em meraqa xwe derbas bikin, me ji berpirsên peşmergeyan a di noqteyê de kir. Me got hûn çend rojin hatine vir û bijîşk-dixtor an jî ekîbekî tenduristiyê hene li vir “Gotin 40-45 roj çebû ye. Na, karê dixtor li vir çi ye, ekîba tenduristiyê jî heya niha qet nehatiye vir.” Me got baş e hûn pêşîlêgirtin an jî qontrolkirina Corona Vîrûsê çewa dikin, hûn bixwe dikin? Wekî ku pirsa me pir nexweşê wî çûbe û bi awayek nîv kenî got “Wileh kakagiyan min nizanim, here pirs ji cihê pêwîst bike”.    ‘TENÊ SELAM Û ELEYKÛM'   Jixwe ji ber hem me bi çavên xwe dît û hem jî gotin xelqên ku bi taybetî ev mehek zêdetir e rojane bi seyaran tên li heremê pincar kom dikirin û hem ji mala xwe re û hem jî ji bo firotanê dibirin bajaran difroşin, anîn ziman ku yek carek jî qontrola tenduristiyê de derbas nebûne tenê “Selam û aleykim-aleykim selam” û derbas dibin, her tiştî radixe berçavan.    Baş e rewşa dawî ya noqteya Zînê Wertê ya ku êdî aliyên dibêjin li ser daxwaza Amerîka û Tirkiyê hatine wir mafdar derdixe, çi ye? Çend roj berê ji aliyê Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê ve hatibû dayîn ku pêwîst e her hêzên Kurd ên Başûrê Kurdistanê hesasiyeta hev li ber çavan bigirin. Dîsa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku cara yekemîn bi telefonê malbatê re axivî, pêşniyara lihevkirina PKK û PDK’ê ya di sala 1982’an de careke din bikeve rojevê û her alî vê mutabaqatî esas bigire. Ligel ne PDK û ne jî rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistan a Federal bersivek vekirî nedabin vê yekî jî lê tê gotin ku hewildan heye ku van hêzan ji wir vekişînin. Lê li gor pirsa me ya ji berpirsiyarê peşmergeyan û hem jî li gor çavdêriyên me 4 noqteyên ku wek baregehên lêgerînê hatine danîn, hêj jî nehatine valakirin lê hejmar hatiye kêmkirin. Pirsên gelo wê hesasiyet berçav bêne girtin û hemû hêz bên vekişandin an jî dê her tim li wir bimînin û derî ji şerekî birakujiyê re her vekirî bimîne? Li benda bersivê ye.    MA /Erdogan Altan