Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461 2020-05-04 20:52:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 64 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha ji ber şewbê vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin.    Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de hezar û 614 kesên din jî bi şewbê ketine û 64 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane.   Li gor van daneyan hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 127 hezar û 659 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 461.