Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket 2020-05-04 16:50:35   ENQERE – Parêzerê Ayşe Karaman Tolga Beyefendî, diyar kir ku daxwazên wan ên têkildarî dermanê ku bûye sedema mirina Karaman ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin. Dayika Karaman jî ji ber tehliyeyê îsyar kir.   Di 29’ê Tîrmeha 2019’an de li Dîkmena Enqereyê, Pispor Dr. Ozgur Tarhan, bi rêya rehan derman dabû Ayşe Karaman û qetil kiribûn. Tarhan, ji ber vê etilkirinê tê darizandin û piştî girtina xwe ya 9 mehan, di daneşîna 4’emîn a doza xwe de bi angaşta ku “gumana delîlan tune bike” tuneye hat berdan. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ku daneşînê hat xwendin; sedema mirina Karaman ji ber dermanan pêk hatiye. Lê nayê zanîn ku kî/ê ev darman daye Karman.   BÛYER CÎNAYET E   Parêzerê Ayşe Karaman Tolga Beyefendî, diyar kir ku daxwazên wan ên têkildarî dermanê ku bûye sedema mirina Karaman ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin. Parêzer Beyefendî, destnîşan kir ku wê biryara berdanê îttîraz bikin û wiha got: “Li gel ku bûyer cînayet e jî dadgehê bûyerê weke cînayet negirt dest.   DAYIK BIRYARA BERDANÊ MIN TUNE KIR   Dayika Karaman Ferîda Karaman, li ser biryara berdanê ne baş bû û bertekên xwe wiha anî ziman: “Ev çi edalet e, em li welatekî çawa dijîn? Ez ji edaletê ewle bûm, min bawer dikir ku dê bersûc ji girtîgehê dernekeve. Lê biryara berdanê min tune kir. Keça min ji ber xwe ve û di qezayeke trafîqê de nemir. Bi dermanê zilam ji mala xwe anî mir. Lê bêyî köu kontrola edlî jî bidin zilam wî berdan. Ev jî tê wateya ku wê bireve. Ez ne bawerim ku bê daneşîneke din. Diviyabû vî zilamî cezayê xwe bikişandina û bikişîne. Heke ev jê re bimîne dê ev sûc bên berdewamkirin. We bibêjin, ‘zilam kir, 9 meh girtî ma û derket’. Bi rastî ez îsyan dikim.”   MA / Zemo Aggoz