Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist 2020-05-04 15:09:04   STENBOL - Odeya Tabîban a  Stenbolê ji bo Prof. Dr. Murat Dilmener (78) ê bi şewba vîrusa corona jiyana xwe ji dest da, li ber avahiya Odeya Tabiban a Stenbolê merasimek li dar xist.    Hîndekarê Fakulteya Tipê ya Stenbolê (ÎTF) yê teqawît Prof. Dr. Murat Dilmener (78) piştî bi şewba vîrûsê ket duh jiyana xwe ji dest dan. Odeya Tabîban a Stenbolê ji bo Bijîşk Dilmener ku wekî "Bijişkê Xizanan" dihat nasîn merasim li dar xist. Odeyê li beş avahiya xwe bi tevlêbuna gelek bijîşk û hemşîreyan merasim li dar xist. Di bîranînê de pankarta "Em Prof. Dr. Murat Dilmener ji bîr nakin" vekirin û rêz girtin. Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Pınar Saip, di merasimê de diyar kir mamosteyê wan hem ji bo nexweşan û hem jî ji bo xwendekarên xwe hekîmekî mînak bû û wiha got: "Em dê her dim wî bi hurmetî û rêzdarî bibîr bînin."