‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’ 2020-05-04 13:29:14   ENQERE – Kongreya Înşakirina Dersimê, di salvegera 83’emîn a Komkujiya Dersimê daxuyaniya “Li gel ku 83 sal derbas bûne jî bi Komkujiya Dersimê re rûberkirin çênebûye” da û bang kir ku îro saet 19.38’an de find bê pêxistin û zêmar bê gotin.   Lîjneya Rêveberiya Kongreya Înşakirina Dersimê, têkildarî Komkujiya Dersimê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 83 salan rûberkirina komkujiyê çenebûye û hat xwestin ku arşîv bên vekirin, cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî bê aşkerakirin, navê Dersimê lê bê vegerandin, bîrdariya komkujiyên komî bê çêkirin û zextên ser ziman û baweriya Dersimê bên bidawîkirin.   JI BER NASNAMEYA XWE BÛ HEEFA KOMKUJIYAN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dersim, bi nasname, bawerî, çand û erdnîgariya xwe timik bûye hedefa komkujiyan û pêvajoya Komkujiya Dersimê wiha hat vegotin: “Berî ku Komara Tirkiyeyê bê damezrandin, li dijî rojavayê Dersimê (Qoçgirî) eriş hatin destpêkirin. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, di sala 1926’an de Dersim weke “pirzikek ku divê ji holê bê rakirin” hat îlankirin. Bi vê pênasekirinê re destpêkê di sala 1926’an de li dijî gundên Koçûşagıyê, di sala 1930’ande jî li dijî gundên Pilemûrîyeyê êrîş hatin destpêkirin. Di sala 1935’an de Dersim hat dabeşkirin û navê Dersimê bi Tûn(Ç)elî hat guhertin. Di 4’ê Gulana 1937’an de biryara ‘Tevgera Diraxekirina Tûnçelî’ hat girtin û li Dersimê kargeriya pihêtkirî hat îlankirin. Di 12’ê gulanê de hem ji bejahî ve hem jî ji hewayî ve li dijî Dersimê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Gund hatin şewitandin, hilweşandin û ji nexşeyê hat jêbirin. Bi 10 hezaran mirov hatin qetilkirin û bi hezaran mirov jî bi vagonên trenan sirgunî bajarên rojavayê Tirkiyeyê hatin kirin. Tecawizî jinan hatin kirin, zarokên keç ji malbatê wan hatin qutkirin û weke xenîmet dan binefseran. Seyît Riza û 6 hevalên xwe li Qada Bazara Genim a Xarpêtê hatin darvekirin. Bernameya pişaftina zalimane ku jê re mirinê spî tê gotin li ser kesên mayî hat sepandin.”   NEHAT RÛBERKIRIN   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komkujiya Dersimê ji Komkujiya Ermeniyan, Şêx Seîd, Zîlan, komkjiyên Agiriyê ne serbixwetir û ev tişt hat gotin: “Komkujî hê jî îro li Dersim, Agirî, Efrîn, Bradostê didome. Li gel ku bi ser de 83 sal derbas bûne jî bi Komkujiya Dersimê re rûberkirin çênebûye. Astengkirin û paşdexistina komkujiyê girêdayî têkoşîneke bi hêz û bandor e. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milkê herkesî. Divê her dersimî tiştên ku di 1937-38’an hatin jiyîn û êşên qurbaniyan hîs bike û bi çar destan bi têkoşînê bigire. Divê ji bo ji nû ve avakirina Dersimê û nasîna li hundir û derve ya Komkujiya Dersimê bixebitin û têbikoşin.” Di dawiya daxuyaniyê de ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane saet di 19.38’an de find bên pêxistin, miyaz bên belavkirin û zêmarên “Daye Daye” û “Xatirbe To Welat” bên gotin.