11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin 2020-05-04 12:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - 11 hiqûqnasên pispor, têkildarî zagona înfazê bang li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kirin û xwestin şaşiyan rast bikin.    Îqtîdara AKP û MHP’ê li gel nerazibûnên partiyên siyasî yên muxalif û rêxistinên demokratîk jî dîsa zagona înfazê di meclîsê re derbas kir û deriyê girtîgehan li 160-170 hezar girtiyên edlî vekir. Berter û nerazibun didomin. Niha jî 11 hiqûqnasên pispor û bi qidem daxuyaniyek hevpar dan û xwestin Dadgeha Destûra Bingehîn şaşiyan rast bike. Endamê Dadgeha Destura Bingehîn ê teqawîd Ali Guzel, Prof. Dr. Cem Erogul, Prof. Dr. Ergun Ozbudun, Yrd. Doç. Dr. Kerem Altıparmak, Prof. Dr. Koksal Bayraktar, Prof. Dr. Oktay Uygun, Prof. Dr. Osman Can, Prof. Dr. Ozan Erozden, Dadger û peyvirdarê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa Dr. Riza Turmen, Prof. Dr. Rona Aybay û Prof. Dr. Yaman Akdenîz daxuyaniyek hevpar îmze kirin û bang li AYM'ê kirin ku şaşiyan rast bikin. Hiqûqnasan diyar kirin ku îqtîdarê anî ziman ku dê ji be şewbê girtîgehan vala bikin û zagona înfazê anîn rojeva meclîsê û wiha gotin: "Bi zagona anîn rojeva meclîsê, şênber bû ku li gorî daxwaz û bernameya partiyên îxtîdarê di meclîsê re derbas kirin û qebûl kirin. Wekî ‘zagona torbe' bû zagon û ket meriyetê. Di pêvajoya amadekarî û zagonbunê ya vê pêşnûmayêde nerîn, fikr û îtîrazên partiyên muxalif, dadger, dozger, baro, rêxistinên civakî, akademisyenên pispor li ber çavan nehat girtin. Daxwaza hemû civakê ya avakirina azadî, edaletê ya rewa nehatiye bersivandin. Bi vê yekê wîcdanê cemaweriyê birîn kiriye. Dîsa mafên zagonî yên di Destûra Bingehîn de heye tune hesibandin. Mafê darizandina bi edalet û azadiya ramanê tune hesibandin. Rêgeza wekheviyê li ber çavan nehatiye girtin. Wekheviya înfazê li ber çavan nehatiye girtin û hin kes hatine berdan û hin kes nehatine berdan. Ev yek li dijî xala 10'emîn a Destûra Bingehîn, Li dijî xala 2'emîn a rêgeza dewleta hiqûqê û li dijî xala 14'emîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Disa ne ligorî fedeya cemaweriyê ye. Bi vê zagonê Efûya Taybet hatiye amadekirin.  Rê li pêş cudakarî, wêdekirin û kriminalizekirina siyaseta muxalif vekiriye. Em dixwazin Dadgeha Destura Bingehîn ji vê şaşiyê vegere. "