Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin 2020-05-04 11:41:08   STENBOL – Navenda Lêkolînên Dersimê diyar kir ku di Komkujiya Dersimê de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest daye û bang li dewletê kir ku bi rastiya komkujiyê re rûbirû bimîne û lêborinê bixwaze.   Navenda Lêkolînên Dersimê têkildarî salvegera 83’yemîn salvegera Komkujiya Dersimê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 4’ê Gulanê roja biryara qirkirina Dersimê ye û wiha hat gotin: “Di 4’ê Gulana 1937’an de li ser biryara Dsteya Wezîran pêvajoya qirkirina Dersimê dane destpêkirin. Piştî vê biryarê operasyona eskerî li dar xistin û piştî operasyonê li gorî belgeyên fermî 13 hezar û 800 însan hatine kuştin û ewqas jî hatine sirgûnkirin. Lê rastî ew e ku di komkujiyê de 50 hezar însan hatine qetilkirin. Tifaq duhê îro jî li dijî muxalîf û yên tên cudakirin didome. Komkujî û sûcên li dijî ermen, kurd û elewiyan hatine kirin îro jî li holê ne û nehatine zelalkirin. Em êşa bi deh hezaran mirovên me yên li Dersimê hatine qetilkirin di dilê xwe hîs dikin. Em carek din bang li rayedarên dewletê dikin ku bi komkujiyê re hevrû bimînin û ji gelê Dersimê lêborînê bixwazin.”