Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir 2020-05-04 09:04:57 STENBOL - Naîde Çakmak, diyar kir ku esker ji bo gora biraye wê Zamanî Çamak a li Kanîreşê li wê geriya ne û wiha got: "Ji bo esker kêliyê gora birayê min neşkînin min çû kêliyên gora birayê xwe rakir. Erîşa li dijî goran ne sincî, ne mirovî û ne hiqûqî ye. Ev îşkence ye."  Di demên dawî de esker û polîs li goristanên taxan digerin û kêliyên gorên zarokên Kurdan ên di şer de jiyana xwe ji dest daye dişkînin. Heta niha polis û eskeran gorên zarokên Kurdan li Wan, Mûş, Colemêrg, Amed û Çewlikê gorên gelek endanên PKK'ê şikandin. Berê jî gelek goristanên zarokên Kurdan ên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn bombebaran kiribûn. Li Mêrdîn, Şirnex, Amed û Bedlisê goristanên zaorkên Kurdan bombebaran kiribûn.    Di 19'ê Kanûna 2017'an de eskeran bi fermandariya dozgeriya Komarê ya Bedlisê li gundê Oleka Jorîn a Bedlisê li Goristana Xerzanê gorên 282 endamên PKK'ê vekiribûn û cenaze bêyî malbatan revandibûn û birinûn saziya tipa edlî ya Stenbolê. Hetaniha tenê cezayê 21 kesan teslîmî malbatên wan kirin.    CENAZE BI PTT'Ê JI MALBATÊ RE ŞANDIN   Herî dawî di 10'ê Nîsana 2020'an de cenazeyê HPG’î Agit Îpek ji aliyê dozgeriyê ve bi PTT'ê ji malbatê re şandin. Dîsa di rojên dawî de li Farqîn, Erdîş, Mûş, Azexpêrt a Çewlikê û gelek cihên din kêliyên gorên zarokên Kurdan şikandin. Herî dawî li Taxa Orman a Navçeya Geverê ya Colemêrgê goristan cara 7'emîn rastî êrîşê hat.    Di rojên dawî de esker berê diçin wêneyê goran dikişînin û piştre bang li malbatan dikin û li ber çavên malbatan gorên zarokên wan dişkînin. Li Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî Malbata Çamak ji bo gora zarokên wan neyê şikandin li ber gorê nobedê digirin. Esker têkildarî gorê di 18'ê Nîsanê de li malbatê geribûn. Lê malbat tevi qedexeya kolanan dîsa çûn li ber gora Zamanî rûniştin û nobet girtin. Eskeran  ji malbate xwestibû ku gora endamê HPG’î Zamanî Çamak (Xebatkar Kalker) ya li gund rakirn.    Xwişka Zemanî Çamak Naibe Çamak, ji bo esker kêliyê gora birayê wê neşkînin çû bi destê xwe kêliyê gora birayê xwe rakir. Naîbe Çakmak tişta hatiye serê wan vegot  û wiha axivî: "Birayê min neheqî qebûl nedikir. Ji ber neheqî qebûl nekir tev li PKK’ê bû. Birayê min di qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo em cenazeyê wî bigirin em 20 rojan li Nisêbînê rawestiyan. Em 20 rojan li benda encama testa DNA man. Bavê min digot 'Ne cenazeyê xebatkar be jî em ê bibin defin bikin.Hemû hevalên Xebatkar Kurêmin in. Piştî testa DNA derket, em hîn bûn ku Xebatkar e. Me cenaze bi hezar zor û zahmetî anî. Me cenaze li zeviya ku emê bikin goristana malbatê defin kir."     'KÊLIYÊ GORÊ RAKIN'   Çakmak, anî ziman ku eskerên Qereqola Kanîreşê di 18'ê Nîsanê de li bavê wê yê li Mêrsînê geriyan û xwest ku biçe qerewolê. Çamak, diyar kir ku bavê wê gotiye 'Ez niha li Mêrsînê me nikarim bêm' Lê esker li heviya bavê min nesekinîn. Di 20'ê nîsanêde çûn gund û li gel muxtarê gund çûn ser gorê. Eskeran ji muxtar xwest ku kêliyê gorê yê ku nivîsa “Tu bi kenê xwe yê ji gulê xweşiktir, bi nerîna xwe ya înad, Zamanî bû, bû Xebatkar. Ji bo ev ax bikene te li ber xwe da. Rehet razê ey Heval. Slav ji kesên xwe nas dike re." rakin. Eskeran ji muxtar xwest ku piştî kevir rakir wêneyekî bikişînin û ji wan re bişînin.    'JI BO ESKER RANEKIN MIN RAKIR'    Çamak, pirsa “Çima vê yekêtînin serê nirxên me. Ma xwedê qebûl dike? Em çima vê êşê dijîn? Ma dê heta kengî vê îşkenceyê li me bikin?" pirsî û wiha axivî: “Dema em wekî mirovan diaxivin, kesên ku xwe têxin şûna me û xwedî wicdan tune ye. Kevirê gorên me jî tuhamul nakin. Ev êrîşek hovane ye. Wisa difikirin ku em ê têk biçin. Lê xwe dixapînin. Me tu carî têk naçin. Em bêtir bi hêz û xurt dibin. Her ku êşê bi be didin jiyandin em bêtir bî hêrs û bi hêz dibin. Ev êrîş ne li gorî mirovahiyê, hiquqê û wîcdan e.    Cenazeyê HPG’î Agit Îpek bi PTT'ê ji malbate re şandin. Ma qey nizanin çi îşkencelê li malbatan dikin. Ger ku zanibin wê demê wîcdanê wan tune ye. di vê meha xêrê û bimbarek de bi hovîtî êrîşî gorên zarokên me dikin. Ev îşkence ye. Hem dibêjin em musliman in, hem jî êrîşî nirxên me dikin. Ev çawa misilmanî ye. Ev ne sincî ye, ne hiqûqî ye û ne jî mirovî ye."      MA / Naci Kaya – Erdoğan Alayumat