Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir 2020-05-04 09:04:39 STENBOL - Sevgul Koçak, qala têkoşîna birayê xwe Mustafa Koçak ê piştî 297’a ji bo edaletê di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, kir. Sevgul Koçak got "Birayê min remza edaletê ye. Mustafa, li dijî bêedaletiyê serînetewandin û berxwedan fêrî vî gelî kir."   Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a 288 rojin di rojiya mirinê debû, di 3'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Piştre Bolek 21 roj şûnde Mustafa Koçak jî jiyana xwe ji dest da. Koçak ê bi hinceta Serdozgerê Komarê Mehmet Selim Kiraz li Edliyeya Stenbole kuştiye, hat girtin û 2 caran rastî cezayê muebeta giran hat, bi daxwaza “Darizandina bi edalet" û “Darizandina îşkencekaran" 297 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Koçak ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî bû, piştî ket greva birçîbûnê di roja 93'an de çalakiya xwe zîvirand rojiya mirinê. Di roja 255’an a çalakiyê de Mustafa Koçak bi zorê rakirin nexweşxaneyê û mudaxaleya tibbî kirin. 73 serum li Kocak xistin. Lê ji ber ku serum qebul nekir û ji damaren xwe derxistin di damarên wî de zerar çêbûn. 5 roj şûnde Koçak sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Kiriklarê kirin. Koçak, 297 rojan çalakiya xwe ya rojiya mirinê berdewam kir û di roja 297'an de jiyana xwe ji dest da.    Sevgul Koçak, qala têkoşîna birayê xwe Mustafa Koçak ê piştî 297’a ji bo edaletê di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, kir. Sevgul Koçak got "Birayê min remza edaletê ye. Mustafa, li dijî bêedaletiyê serînetewandin û berxwedan fêrî vî gelî kir."     Sevgul Koçak, dema çalakiyê hewl da dengê birayê xwe bigîne cemaweriyê û ji bo bibe dengê birayê xwe têkoşiya. Bi gotina "pir bi coş, kêfxweş û rûken bû" qala birayê xwe kir û wiha got: "Birayê min her dem eleqe nîşanî sporê dida. Hêj ji temenê xwe yê biçûk bi bavê xwe re karê esnafiyê dikir. Pir ji xwendina pirtûkan hez dikir. Mustafa li girtîgehê ket ezmûna zamîngehê. Puanê wî têra rojnamegeriyê dikir. Lê li girtîgehê dest bi xwendina beşa civaknasiyê kir."   'BIRAYÊ MIN LI SER ÎFADEYA ÎTÎRAFKAR HAT GIRTIN'    Koçak, destnîşan kir ku birayê wê li ser îfadeya îtîrafkareki hat girtin û wiha got: "Birayê min 14 mehan li girtîgehê hat darizandin. Lê heyeta dadgehe zûde biryar dabû. Heyeta dadgehê hemû rêyên ku em bêsucbûna wî îspat bikin ji destê me girtin. Parastin ji destê me girt. Piştî Mustafa dît darazê serxwebûna xwe winda kiriye dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ji bo darizandinek bi adîl û edalet dest bi grevê kir. Doza birayê min doza rizgarkirina prestij û rûmeta edaletê ye. Yên ku birayê min darizandin jî zanîbûn ku birayê min bê sûc e. Mirovekî bê sûc li ber çavan terkî mirinê kirin. Li ser navê başkirinê îşkence lê kirin. Tacîz kirin. Ji bo prestija xwe îşkence li bedena 30 kiloyî kirin. Birayê min di axaftina telefonê ya dawî de got 'Ez nikarim nefesê bistînim' bi wî re nefesa me jî qut dibû. Birayê min ji bo bêsûciya xwe îspat bike jiyana xwe ji dest da."   Koçak, anî ziman ku heta cenaze ji Îzmirê anîn Stenbolê gelek caran ji aliyê polîsan ve rastî tacîzê hatin û wiha got: "Dema em hatin Stenbolê destûr nedan ku em cenaze bibin malê. Gotin 'Ger ku hûn bibin emê cenaze ji we bistînin' Me cenaze di bin dorpêça polisan de defin kir. Em hêrsa xwe li dijî kesên Mustafaye bê sûc şandin mirinê bi gotina ‘Ax’ derdixin. Ew bû remza edaletê. Ger ku li gorî edaletê bihata darizandin û daxwazen wî pêk hatibûna jiyana xwe i dest nedida. Ji ber bêdengî û bêhestiyariya civakê bû mahkûmê bê edaletê. Êdî dê bêedaletî bêtir mezin bibe. Bibe wekî aşûtê û bi ser gel de bê. Lê em ê doza wî ya mafdar berdewam bikin. Mustafa têkoşîn û serîrakirina li dijî bê edaletiyê fêrî me û gel da."    MA / Kadir Güney