ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-04 09:00:08 * Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku vîrûsa koronayê rêvebirina bêpîvan a pergala kapîtalîzmê ye û got ku bêpîvanî jî ji ber nêrîna pergala kapîtalîzmê ya “bedbînîya” li xwezaya mirovan di pêvajoya dîrokî de teşe girtiye. Bariş, destnîşan kir ku Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan, pergala kapîtalîzmê ji Dewletên Rahîbên Sumerê digire dest û di fikriyata xwe ya “Modernîteya Demokratîk” de şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide. *  Malbatên gorên zarokên wan ên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji destdayîn hatin xirabkirin, diyar kirin ku ew hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin û gotin: “Em ê carek din kêlên gorên zarokên xwe çêbikin.”   * Girityê Nexweş Sabrî Kaya di nava 42 rojan de 3 caran rakirin nexweşxaneyê. Kaya heta niha 14 caran rakirin nexweşxaneye, lê bêyî ku dermankirina wî bi dawî bibe dîsa ew şandin girtîgehê. Kaya tevî nexweşiya giran hêj  girtî ye û nayê berdan. Malbatê xwest Kaya bê berdan.    * Sevgul Koçak, qala têkoşîna birayê xwe Mustafa Koçak ê piştî 297’a ji bo edaletê di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, kir. Sevgul Koçak got "Birayê min remza edaletê ye. Mustafa, li dijî bêedaletiyê serînetewandin û berxwedan fêrî vî gelî kir."     * Naîde Çakmak, diyar kir ku esker ji bo gora biraye wê Zamanî Çamak a li Kanîreşê li wê geriya ne û wiha got: "Ji bo esker kêliyê gora birayê min neşkînin min çû kêliyên gora birayê xwe rakir. Erîşa li dijî goran ne sincî, ne mirovî û ne hiqûqî ye. Ev îşkence ye."    * A.Ç ji 14 saliya xwe heta niha diçe paqijiya malan dike û niha jî ji ber şewbê bêkar maye. A.Ç ya ku çareserî di zewacê de dît, piştî zewicî bêtir rastî tundiyê hat û zewac lê bû îşkence. A.Ç. bi têkoşîna li dijî zehmetiyan mînak e.   * Îsal ji ber rîska  şewba vîrûsa corona komkirin û paletiya çayê zahmet e. Çotkarê çayê Kamil Ustabaş, diyar kir ku salê 3 caran berhemê çayê kom dikin û ger ku berhemê ewil kom nekin dê çay di nava zeviyê de xera bibe û êdî kêrî tiştekî nayê.    * Hevserkê Şaxa SES'ê ya Mêrdînê Dr. Ozgur Bîlek, diyar kir ku ji ber hêmarakesên bi vîrûsê dikevin kên nabin, nexweşî li xizmetkarên tenduristiyê jî belav dibin û wiha got: “Ger ku nexweşî kêm nebe, dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyên mezin bibînin.