247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn 2020-05-03 23:10:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li 31 bajaran di qedexeya derketina kolanan ya 3 rojan de ji ber 27 hezar û 828 kesan qedexe îhlal kirine ceza li wan birîne. Wezaretê da zanîn ku qerantina ya li ser 247 wargehan jî bi dawi kirine.       Wezareta Karên Hundir diyar kir ku di qedeyeya derketina kolanan a 3 rojan ku li ser 30 bajarên mezin û Zonguldakê pêk anîn de; ji ber 27 hezar û 828 kesan qedexe îhlal kirine ceza li wan birîne. Wezaretê diyar kir ku li 47 bajaran bi giştî li ser 133 wargehan tedbîrên qerantînayê didomin. Wezaretê da zanîn ku li 54 bajaran bi giştî li 247 wargehan (Gund, bajorka, tax û navçeyan) biryara qerantînayê rakirine û qerantîna bi dawi bûye.