Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in 2020-05-03 19:32:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di saetên sibehê de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê temenê wî 22 salî kuşt. Hate gotin ku kolberê hatî kuştin 3 hefte berê zewicî bû. Bi kuştina vî kolberî di 24 saetên dawî de 2 kolber hatin kuştin.    Li gorî nûçeya Kolbernewsê, li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di gulebarana hêzên rejîma Îranê de kolberê 22 salî Mehmud Muradî hat kuştin. Duh bi şev jî li ser sînorê Nokan-Kanî Zerd ya Serdeşt a ser bi parêzgeha Urmiyeyê, hêzên rejîma Îranê êrîşê komek kolber kir. Di êrîşê de kolber Mihemed Îbrahîm Zade ê xelkê gundê Nebî Abad a ser bi bajarokê Rebete, hate kuştin.