Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir 2020-05-03 15:19:48   ENQERE - Wezareta Karên Hundir bi hinceta tedbîrên li dijî vîrusa coronayê rêwîtiya nava 30 bajarên mezin û Zonguldakê rojek din qedexe kir.    Wezareta Karên Hundir bi hinceta tedbîrên li dijî vîrusa coronayê rêwîtî, ketin û derketina navbera 30 bajarên mezin û Zonguldakê rojek din qedexe kir. Wezaretê ragihand ku birqara astengkirina ketin û derketina nava bajaran rojek din hatiye direjkirin. Qedexe dê heta duyeme saet 00.00'an berdewam bike.