Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim 2020-05-03 09:25:23   STENBOL - Resûl Ozdemîr ê Swêdê teslîmî Tirkiyeyê kirin bi rêya parêzeran agahî dan. Parêzerê Resul Ozdemir Naim Akbulak, diyar kir ku bêyî agahî bidin malbatê ew anîn Tirkiyeyê û piştî anîn Tirkiyeyê ji aliyê endamên MÎT û TEM’ê ve rastî îşkenceya bi ceyranê hatiye.    Resûl Ozdemîr ê di serdema qedexeyên kolanan a navçeya Cizîra  Şirnexê ya salên 2015-2016'an de piştî birîndar bû, çû Swêdê û xwest bibe welatiyê wir, 2 hefte berê Swêdê ew teslîmî Tirkiyeyê kirin. Resul Ozdemir, piştî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, çend rojan di bin çavan de ma û piştre girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 9 a Sîlîvriyê. Parêzerê Ozdemîr Naim Akbulak, piştî çû girtigehê û bi Ozdemîr re hevdîtin kir, diyar kir ku muwekilêwî diyar kiriye ku di bin çavan de rastî îşkenceya giran hatiye. Akbulak, diyar kir ku Ozdemir piştî çû Swêdê û xwest li wir bê parastin, 4 mehan li benda bersîva Swêdê ma. Muwekîlê min beriya ku teslîmî Tirkiyeyê bikin, li kampa penaberan rastî muameleya xerab hat."   Prz. anî ziman ku roja muwekilê wî teslîmî Tirkiye kirin jêre gotine 'Xwe amade bike em ê te derxin dadgehê' û wiha got: "Piştî ew ji kampê derxistin, destû piyê wî kelepçe kirin û ew teslîmî Tirkiyeyê kirine. Wî wekî çanteyekî davêjin balafirê û destûr nadin agahiyê bide malbata xwe. Di balafirê de ew bi qoltixê ve girêdan û îkence lê kirin."    'MÎT Û POLİSAN ÎŞKENCE LÊ KIR'    Parêzer Naîm Akbulut, da zanîn ku muwekilê wî Ozdemir diyar kiriye ku  polîsên Swêd het Tirkiyepêre hatne û ew teslîmî polîsên Tirkiye kiriye û wiha axivî: Pişti ew li balafirgeha Sabiha Gokçen daxistin teslîmî rayedarên MÎT'ê kirin. Endamên MÎT ew birin cihê xwe û 6 saetan îşkence lê kirin. Piştre ew teslîmi polîsên TEM'e kirin. Endamên TEM’ê jî li cem xwe îşkenceya bi ceyranê lê kirin. Rojekê li ser piyan dan rawestandin. Piştî li TEM'ê îfadeya muwekilê min girtin ew şandin edlilê û ji wir şandin girtîgehê. Der barê muwekilê min de gelek doz hatine vekirin. Lê heta niha tu dosya bi encam nebûne. Li ser lêpirsînê muwekilêmin Ozdemir hat girtin. Têkildarî dosyayên din hêj îfade nehatiye girtin."   Prz. Akbulak, anî ziman ku endamên MÎT û TEM’ê bûyerên Cizîrê ji wî pirsîne û wiha bi dawî kir: "Hem jê pirsîn ku di nava bûyerên Cizîrê de cih girtiye ya na, hem jî kesên li ser wî îfade dane pirsîn. Di salên 2014-2016'an de muwekilê min girtî bû. Lê li gel muwekilê min wê demê girtî bûn, hin sûcên hatine kirin li ser wî hatiye nivîsandin. Wekî ku muwekîlê min ev sûc kiribin derbasî girtekan kirine. Muwekeli min li Swêde rastî muameleya xerab hat. Temam teslimî Tirkiye kirin. Lê çima bêyî malbat û parêzeran teslimî Tirkiyeyê dikin. Ev pir girîng e. Dê ji bo mirovên din jî wisa bikin. Gelo ev polîtîkayek taybet e an tenê ji bo Ozdemîr wisa kirin? Tev li peymanek çawakirine. Li gorî çi teslîmî Tirkiyê kirin? Çima bi operasyonek wisa teslîmî Tirkiyeyê kirin? Divê ev pirs ronî bibin. Swêd li ser kijan bazarê muwekilê min teslîm kiriye divê bê ronîkirin. Piştî muwekilê min şandin girtîgehê ji ber şewbê 14 rojan di qerantînayê de hiştin. Îşkence lê kirin, lê rapora lêdanênedan wî."    MA / Erdoğan Alayumat