‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin' 2020-05-02 14:27:44   STENBOL - Endamê Rêveberiya DÎSK'ê Seyît Aslan ê duh li Taksîmê di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de hat binçavkirin û berdan, serpêhatiyên di bin çavan de û polîtîkaya dewletê vegot: Aslan, anî ziman ku Serokomar û Wezîrê Karên Hundir çi bêjin wê pêk tînin û her tişt keyfî ye.    Nûnerên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê li ser biryarê xwestin 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê çelengê dînin ber Birdariya Qada Taksîmê. Di navde Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî heye xwestin bi awayekî sembolîk kesên di sala 1977'an de li qada 1'ê Gulanê jiyana  xwe ji dest dane wan bibîr bînin. Dema heyetê xwest bimeşin Taksîmê polîsan rê li pêş Çerkezoglu û rêveberen sendîkayê girtin û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî di navde 15 sendîkayî binçav kirin. Pişti 15 sendîkavan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê û îfadeya wan girtin, bi hinceta "Pergala cemaweriyê xera kirine û qedexeya derketina kolanan ihlal kirine, li her kesekê-î 3 hesar û 1820 lira ceza birî. Polîsan bi giştî li 15 kesan 47 hezar û 730 tl ceza birî. Sendîkavanên ku îfadeya wan hat girtin û birin nexweşxaneyê, li şûna wan berdin dîsa birin midûriyeta polîsan. Pişte ew bi maşineyên zirxî birin malên wan.    Yek ji kesên hatin binçavkirin endamê Rêveberiya DÎSK'ê Seyit Aslan bû. Aslan, serpêhatiyên xwe anî ziman û got: "Çend roj berê em bi Walî û Midûriyeta Stenbolê re axivîn. Me diyar kir ku em ê di 1'ê Gulanê de çelengê dînin ber Birdariya Komarê ya Taksimê. Dîsa me diyar kir ku em dê li Hevraza Kazanci bernameya bîranîne li dar bixin. Di encama hevdîtinê de sînorê 10 kesan dan me. Xwestin em bi 10 kesan li biçin Taksîmê. Di roja piştevaniya karkeran de sînordarkirina bi vi rengî nayê qebûlkirin. 7 rêveberên DÎSK'ê hene. Dîsa 22 sendîkayên kar ên girêdayî DÎSK'ê hene. Eger ji her sendîkayekê nûnerek beşdar nebe tu wateya wê tune ye. Ji ber vê yekê me di 30'ê Nîsanê de biryar da ku ji her sendîkayekê nûnerek beşdar bibe û em ji Navenda  DÎSK'ê bimeşin Qada Taksîmê.    'EM HETA SERÊ SIBÊ LI NAVENDÊ MAN'    Aslan, diyar kir ku şeva xwe li avahiya Navenda Gişti ya DÎSK'ê derbas kirin û wiha got: "Ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê me şeva xwe li avahiya xwe ya Beşiktaşê derbas kir. Saet di 9.00'ê 1'ê Gulanê de ji bo em biçin Taksimê em ji Navenda Giştî derketin. Dema em derketin em rastî sedan polîs hatin. Bi sedan polîs bi TOMA, maşînê zirxî dora navendê pêçabûn. Me xwest hevdîtin bikin. Lê daxwazên me qebûl nekir. Piştî daxwazên me qebûl nekirin me biryar da em bimeşin û mudaxaleyî me kirin. 16 hevalên me hatin binçavkirin."    'POLÎSAN DESTÊ ME LI PIŞT ME KELEPÇE KIRIN Û BI COPAN LI ME XISTIN'    Aslan, anî ziman ku dema ew û hevalên xwe hatin binçavkirin bi dehan polîsan destê wan li pişt wan zîvirandin û bi copan li wan xist û wiha got: "Polîsan destê me li pişt me kelepçe kirin. Em birin nexweşxaneyê û wir birin midûriyeta polîsan. Piştî îfade girtin em dîsa birin nexweşxaneyê. Piştre em bi erebeyên polîsan danîn malê. Di roja piştevanî û hevkariya karkeran de ev tişta li karkeran hat kirin nayê qebûlkirin. Di rojên qedexeya derketina kolanan de bi sed hezaran karker kar dikin. Wê demê pir xwezayî û rewa ye ku konfederasyona me jî di 1'ê Gulanê de şahiyekê li dar bixe. Ji ber vê yekê em bi pêkanînên dijdemokratîk re rû bi rû ne. Ev tiştê em rastî wê hatin ne di zagnan de û ne jî di hiqûqê de cihê wê tune. Her tişt bi fermana Serokomar û Wezîrê karên hundir pêk tê. Serokomar û Wezîr çi bêjin bi awayekî keyfî vê yekê dixin meriyetê. "