Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç 2020-05-02 13:54:41   AMED – Dadgeha Cezayê Sulhê bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî cezayê hepsa malê û qedexeya derketina dervê welat da hevjîna Rojnameger Azîz Orûç, Hulya Oruç.   Hulya Oruç a ku hevjînê wê Azîz Orûç, li Girtîgeha Panosê girtî ye, ji ber ku li ser medya civakî agahiyên têkildarî îhlalên li girtîgehan pêş dikevin hat cezakirin. 2 roj berê li ser fermana Dozgerê Komarê yê Panosê polîsan bi ser mala Hulya Orûç de girt û Oruç binçav kirin. Huyla Oruç sewqî edliyeya Amedê kirin û bi rêya Pergala Dîmen (SEGBİS) îfade da dozgeriya Panosê. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin. Heyeta Dadgeha Ceza ya Sulhê jî sucdariya “Di nava gel de tirs ava kiriye û gef xwariye" bi şertê kontrola edlî, cezayê hepsa malê û qedexeya derketina dervê welat da.    'ZAROKÊN MIN MOHTACE MIN IN'   Orûç, li ser medya civakî diyar kiribû ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê li dijî vîrusa coronayê tedbîrên pêwîst nayên girtin û şertên paqijiyê jî têra nakin. Orûç, bertek nîşanî ceza da û got: "Min pirsgirêkên ku hevjînê nin dijîn parve kirin. Min wekî her xizmên girtiyan fikara xwe anî ziman. Parvekirinên min bi hestiyarî bûn. Du zarokên min hene bê bav hatin ser dinyayê. Min jî bigirin dê zarokên min bê dayik jî biminîn. Zarokên min muhtacî min in. Ez nebim kes nikare li wan binere. Bi awayekî psîkolojîk ji xwe niha rewşa wan nebaşe. Pirsa ‘te ji bo çi ev parvekirin kirin’ kir. Min ji wan re got nûçeyên ku di medya civakî de tên parvekirin, tiştên ku hevjînê min ji min re dibêje û tiştê ku herkes parve dikenin. Tiştê ku min gotî ne fikrên min in. Heke min zanîbûya ku ev sûc in ji xwe min parve nedikirin. Keseke ku tenê li mal dijîm. Ez mecbûr im ku pêwistiyên zarokên xwe û mala xwe pêşwazî bikim. Ez difikirim ku ew parvekirinên ku min kirî jî ne sûc in. Roja duşemê serlêdanên hewce bikin ezê bikim.”