Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira 2020-05-02 13:15:24   ENQERE- Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira peyama piştevaniyê şand û banga: “Di van rojên zor û zehmet de, divê em bibin xwişk û bira û piştevaniyê zêde bikin” kir.   Hevseroka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandira ji bo Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira ya HDP’ê dabû dest pê kirin şandin û banga piştevaniyê kir.   Yuksekdag di peyama şand de wiha got: “Di van rojên zor û zehmet de, em piştevaniya xwişk û bira zêde bikin. Divê em di nava seferberiyek mirovî de bin. Tarîtî di nava xwe de ronahiyê jî di hewîne. Em bibin yek, em bibin deng, em bibin xwişk û bira.”