Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din! 2020-05-02 12:37:29   STENBOL - Grûp Yorûm, ji bo endamê xwe Îbrahîm Gokçek ê 320 rojin di rojiya mirinê de ye, banga “Nebin sedema mirinên din. Daxwazên Îbrahîm qebûl bikin” kir.   Grûp Yorûm, ji bo endamê xwe Îbrahîm Gokçek ê 320 rojin di rojiya mirinê deye li ser hesabê xwe yê medya civakî bang kir. Di banga hat kirin de, hat diyarkirin ku rewşa Gokçek giran bûye, ji ber divê tavilê daxwazên wî bên qebûlkirin.   Di dewama bangê de wiha hat gotin: “Endama me Hêlîn Bolek ji bo rakirina qedexeya li ser konserên me, di 3’yê Nîsanê de, di roja 228’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Ne tenê ji bo me konser hatin qedexe kirin, di heman demê de ji bo gel jî hatin qedexekirin. Me li Qada Bakirkoyê bi mîlyonan kes re konser da. Me hemûyan bi hevre stran gotin. Em hûnermendên gelin. Qûtbûyîna me ya ji gel, ji xwe ji bo me mirine. Em van qedexeyan qebûl nakin.”   Grûp Yorûm di metna parvekirin de bal kişand ser rewşa Îbrahîm Gokçek û wiha got: “Heya ku qezencek şênber tunebe em ê berxwedana xwe bi dawî nekin. Hunermendek di vê oxirê de bê mirin bû. Ji ber ne qebûlkirina daxwazan, ma hûn dixwazin hunermendek din jî jiyana xwe ji dest bide?”   Di dawiya metna Grûp Yorûmê de ev bang hat kirin: “Gokçek ji bo daxwazên meşrû û qanûnî 320 rojin di rojiya mirinê deye. Nebin sedema mirinên din! Daxwazên Îbrahîm qebûl bikin! Qedexeya konseran rakin. Endamên me yên bêmaf hatine girtin serbest berdin.”