Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin 2020-05-02 10:54:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama êrişa DAIŞ’ê ya li bajarê Selahaddîn ê Iraqê pêk anî 10 kesên girêdayî Heşdî Şabî hatin kuştin.   Li gorî daxuyaniya Heşdî Şabî belav kiriye; duh bi şev DAIŞ’ê li herêmên Mikeyşife û Beled ên Selahaadîna Iraqê li dijî Heşdî Şabî êriş pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatine kuştin û gelek milîs jî birîndar bûne. Birîndaran rakirine nexweşxaneyên derdorê.   Rêveberiya Iraqê di sala 2017’an de her çiqas “serkeftina teqez” ragihandibe jî lê DAIŞ êrişên xwe didomîne. Bi taybetî li deverên wek Selahaadîn, Diyala, Nînova û hin navçeyên Kerkûkê ku berê di kontrola DAIŞ’ê de bûn êriş didomin.