Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin 2020-05-02 10:28:33   ENQERE – Tevî vîrûsa koronayê jî li çar aliyên dinyayê karker û kedkar derketin derve cejna 1’ê Gulanê pîroz kirin û daxwazên xwe qîr kirin.   Roja Karkeran a Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê 1’ê Gulanê li gel rîska vîrûsa koronayê (Covid-19) jî li gelek welatên dinyayê li derve bi coş hat pîrozkirin. Hikumetên welatan ji bo çalakiyên 1’ê Gulanê kêm bike serî li rêbaza tevdîran da, lê li cihên wek Berlîn û Atîna bi girseyî hat pîrozkirin. Lê li gelek welatan pîrozbahî bi awayên sembolîk hatin pîrozkirin.   LI BERLÎNÊ CEJNA ŞOREŞGER   Lig elek bajarên wek Frankfurt, Dortmund, Duisberg û Berlîn ên Elmanya 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin û Komîteya Şoreşger a 1’ê Gulanê ku nav li xwe kir tevî dorpêça polîsan jî bi beşdariya hezaran kes pîrozbahî li dar xistin û daxwazên xwe qîr kirin.   LI PARÎSÊ TUNDÎ Û BINÇAVKIRIN   Sendîkayên li Fransayê ji bo daxwaza tenduristiya karkeran li şaneşîn û şibakan stran gotin û deng derxistin. Li Parîsê tevî tevdîrên koronayê jî karker bi maske û pankartên xwe derketin çalakiyê û polîsan mudaxeleyî karkeran kir û polîsan karkeran binçav kirin.   LI ATÎNAYÊ ÇALAKIYEK XWEŞIK   Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê tevî tevdîrên zêde jî rûhê 1’ê Gulanê xwe da nîşandan. Şêniyên Atînayê li ser banga partî û rêxistinên karkeran li Meydana Sîntagma ya li ber Parlamentoya Yewnan kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman.   LI BEYRÛDÊ BI SEDAN KARKER LI DIJÎ POLÎSAN LI BER XWE DAN   Li Beyrûta Lubnanê bi sedan karker derketin kolanan û daxwaz3en xwe qîr kirin. Polîsan bi awayek tund mudaxeleyî çalakvanan kir û karkeran li gelek deveran li dijî mudaxeleyên polîsan li ber xwe dan.   JI AMERÎKAYA LATÎN HETA KOREYÊ 1’Ê GULANÊ   Li Bûlgarîstanê karkeran li ser medyaya civakî daxwazên xwe anîn ziman.   Arjantînî jî derketin kolanan û gotin “Karantîna bi birçîbûnê nabe” û daxwazên xwe qîr kirin.   Bi salane yek ji cihên herî pîrozbahiya 1’ê Gulanê mohra xwe lê dixist jî Kuba bû. Cara yekem e ku li Kubayê ji ber koronayê xelkê li şaneşînên xwe 1’ê Gulanê pîroz kir. Xelkê bi xwendina sirûda xwe ya netewî rojê pîroz kir.   Li DYA’yê jî di serî de karkerên Amazon û Walmart û karkerên gelek sektoran ji bo rojekê grev ragihandin û 1’ê Gulanê pîroz kirin.   Li bajarê Viyana yê Avûstûryayê jî 15 xwepêşandan û meşên cuda hatin lidarxistin û 1’ê Gulanê pîroz kirin.   Karkerên ji Konfederasyona Sendîkayên Koreyê jî bi maskeyên xwe li bajarê Seûl ê Koreya Başûr mitîng li dar xistin.   MA / Eylem Denîz Yaşar