Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike 2020-05-02 09:02:54   ENQERE - Vakfa Uçan Supurge, ji bo zarokên bi sedema vîrusa corona li mal dimînin kargeriyên online amade dike.    Vakfa Uçan Supurge, di çarçoveya 23’emîn bernameya Mihrîcana Filmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge, ji bo zarokên bi boneya vîrûsa corona (Covid-19) di mal de dimînin kargeriyên onlîne amade dike. Zarok, dê di bin navê “Kargeriyên zarokan ên ber bi mihrîcanê ve" bi 13 xebatên kargeriyên cuda de bên cem hev. Kargerî dê di navbera 2-3'ê Gulanê de (îro û sibê) pêk bên. Zarok dê di kargeriyên bi sernavê “Xwendina çîrokan, nivîskariya afirîneryê ya zarokan, dahurandina fîlman a zarokan, Vegotina çîrokên xwezayî, Ev fîl li kuye, Ji bo zarokan felsefe, Tahaumatrope, Flipbook animasyon, Çêkirinên xeyalî, Yogaya zarokan û tevger" li hev kom bibin.    Endama Vakfa Uçan Supurge Cemre Oztoprak, anî ziman ku li ser rola zayendî ya civakê rawestin û di kargeriya “Bi’ Çîrokek cuda" de rolê lehengên jin û lehengên mêr niqaş bikin. Dîsa  mirov wekî kur be çiye? wekî keç be çiye? niqaş bikin. Oztoprak, anî ziman ku bi vê yekê dixwazin nifşê ku lêpirsîn dike, lêgerîn dike û li gorî aqil biryar dide pêş bixin.    Oztoprak, anî ziman ku Uçan Supurge, wekî rexistina jinan bi salan e li ser rola zayendî, newekheviya di navbera mêr û jinê de, zewaca bi zorê û zewaca zaroktî radiwestin û niha jî ji ber şewbê ji bo zarokên ku li malê dimînin vê kargeriyê amade dikin.    Ji bo der barê kargeriyê de agahiyên berfirehtir bigirin dikarin bi rêya Înstagram a Uçan Supurge ya (https://www.instagram.com/ucansupurgee/) agahiyan bistînin.