ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN 2020-05-02 09:00:42   * Dosyeya siyasetmedar û melayên ku ji ber çalakiyên îna sivl û konê çadirê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li wan hatibû birîn ji DMME'yê re hat şandin.    * Aynûr Aşa, anî ziman ku meh û nîveke hevdîtin bi hevjînê xwe Hasan Aşa yê di Girtîgeha Jimare 4 a Tîpa T a Amedê de çênekiriye û got, hevjînê wê nexweş e û ji ber ku şewb belav bûye bifikar in.    * Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Farûk Işik, anî ziman ku AKP'ê şewba vîrûsa coronayê veguherandiye firsendê û li dijî karkeran texrîbata ku di 18 salan de nikaribû bike niha dike û got, ancax civakeke ehlaqî û polîtîk dikare pêşî li ber azadî û rêxistinbûyînê vebike.    * Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê, ji bo zarokên ku ji ber qedexeya derketina derve nikarin derkevin derve kampanyaya pirtûk û pêlîstokan da destpêkirin.    * Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê, peyama wî ya ji bo yekîtiyaa kuran nirxand û got: "Rêya jiyaneke azad û pevre ya hemû gelan, bi azadiya kurdan pêkan e."   * Vakfa Uçan Supurge, ji bo zarokên bi sedema vîrusa corona li mal dimînin kargeriyên online amade dike.